Diyariya mêjî, şerrên hertimî ne
Ez û eskerekî din ku çend sal bûn em li cem fermandar bûn, me careke din bi baldarî fermandar guhdarî kir. Hûn rastiyê bixwazin, şer weke beşek ji jiyanê bû. Êvaran ku destê me bi xwînê sor nebûna me nedikarî em tiştekî bixwin; êdî ferq nedikir çi xwîna dijmin bûya yan jî xwîna hevalên me.
20.12.2018

Jiyar Cihanferd

Piştî çend salên şer, bihîstina peyva aşitiyê gelek giran bû ji bo her kesî. Ev yek girantir bû ji bo kesên wekî me ku di navenda agir û di bereya pêşiyê de bûn. Me hêvî ew bû ku em beşeke zêdetir ji herêmên dijmin bigirin bin kontrola xwe. Piştî van hemî salan, xebitîn û tekoşîn di riya azadkirin û serbilindkirina welatekî de, gotina peyvên agirbest û aşitiyê cesteyê me hejand. Fermandar pir eciz bû, rehetî jê re nemabû. Di bereya şer de dor li me girtin. Em li hev civiyan û aramiya me nemabû. Lingê me li ser erdê nedisekinî û em li mirîşkeke serjêkirî diçûn. Ez û eskerekî din ku çend sal bûn em li cem fermandar bûn, me careke din bi baldarî fermandar guhdarî kir. Hûn rastiyê bixwazin, şer weke beşek ji jiyanê bû. Êvaran ku destê me bi xwînê sor nebûna me nedikarî em tiştekî bixwin; êdî ferq nedikir çi xwîna dijmin bûya yan jî xwîna hevalên me. Gava ku fermandar got tu û Sefer bi min re werin, me jî pejirand. Em di nav van çend salan de ji xeynî şer li tiştekî din nedifikirîn. Me tu carî bawer nedikir ku rojekê em ê bê teqeya tifingê jiyana xwe bidomînin. Fermandar bi tu awayî hez nekir ku dijminê me bi saxlemî derbas bibin. Me her cure çek û teqemenî bi xwe re dibir. Gava ku em di nav esker û xelkê din de bûn, me hewl dida ku kêfxweşiya xwe ji bo agirbest û aşitiyê nîşan bidin. Gava ku em gihîştin ber çem, me çav bi avê ket ku çawa bi lez pêl dida û masî bi xwe re dibirin – bêyî ku kesek rê nîşanî wan bide û tenanet bi dilxwaziya xwe diçûn xwarê– hem fermandar û hem jî em heya radeyekê perêşan û nerehet bûn. Fermandar dest û lingên xwe hilmalî û bi lez da nav çem. Fermandar bi zimanekî xweş ji masiyan rica kir: “Em hez nakin ku hûn bibin beş û xwarina mirovên ku li dijî me şer dikin, ne tenê şerkirin, ev gelek sal in ku ji me dikujin! Em naxwazin bi zimanekî din bi we re bipeyivin. Em dixwazin ev pirsgirêka mezin çareser bibe. Belkî hûn fam nekin. Belkî jî hûn bi zanebûn xwe wisa dixine hembêza neyaran...” Masiyan guhdarî nekir, beşek bûn ji hebûna çem.  Her yekî ji wan dîrokeke mirovên derdora xwe dizanî. Ew masî ji ber ku zarok bûn, şerên mirovan nedîtibûn; dapîr û bapîrê wan, êvaran ew li dora xwe dicivandin û dîroka van canewerên duling ji wan re vedigotin û şîrove dikirin. Rengê Sefer ji fermandar zertir bû, ez jî heya radeyekê zertir bûbûm. Me her sêyan xwe li nav çem xist û me bi dest, bi lep, bi zik, bi gez pêşiya masiyan girt. Tu masiyekî guhê xwe neda; belkî jî qet ji bo wan ne girîng bû. Di bin milê me û di nav lingên fermandar de filitîn û çûn jêr. Masiyên ku hêza wan hebû, baz dan ser me. Her çi qas ku me destê xwe bir, şemitîn û çûn. Kenekî nexweş kete ser lêvên Sefer. Fermandar jî dest kir bi kenînê. Lê kenê şahiyê nebû, kenê şerê çend salan bû. Gava ku kenîneke wisa li ser lêvên wî xuya dikir, êdî me dizanî ku piştî çend deqan dê erd û ezman xira bike. Dest û piyên wî dest kir bi hejiyanê. Terkeş(şerampol)ên ku çend sal berê her li ber vî çemî, li ser ketibûn; geh geh jan û kula wan dîsan vedibû. Kenîn û giryanê, wekî sehneyên filîmên şîn û şadiyê rewşa wî geh xirap geh jî baş dikir. Ji tirsan hezar reng dabûn xwe. Li çem mêze kir û qîrand û hawar kir lê tu bandorek li ser çem çênekir. Me xwe li pişt kevirekî mezin li kêleka çem veşart û civînek bi lez li dar xist. Teqrîben çarekek bê rûniştin şêwir û hevpeyvîn hat kirin. Fermandar biryara xwe da. Ez û Sefer ji qeraxa çem berev jor bi rê ketin. Sefer ku du sal berê xizmeta eskeriya wî qediyabû lê bi işqa şehîdbûn û canfidakirin li riya welat –welatek ku zimanê wan jî fam nedikir- venegeriya bajarê xwe. Aniha du sal zêdetir bû ku bi serbilindî şer dikir û bi bêhna barût û guleyan û bi bêhna cenaze û meytên ketî yên yar û neyaran kêfxweş dibû. Her cara ku guleyek li canê rêwiyekî di bin sînor de diket, wekî ku dinya a Sefer be, bi lez baz dida ba fermandar. Wî jî bi aramî destek li ser ser û milê wî dixist û bi dilê rehet av ji gewriya wî diçû xwarê. Bi rastî tekane heval û hevrêyê fermandar bû; hetta ji bo xwarina taştêya piştî nimêja sibê jî bi hev re bûn. Em ji qeraxa çem bi rê ketin berev nav dilê welêt. Me bê tirs û lerzîn gav hilgirtin û li nav dilê welatê xwe nêzîk bûn. Dem dema me bû. Kesekî nediwêrî ku bibêje pişt çavên we birû ye. Ji ber ku fermandar ji me re gotibû ku tu kesek nikare li hember armanca me ya paqij û rast tiştekî bibêje; em rasttirîn mirovên dinyayê ne. Piştî deh dozde deqan em gihîştin ber golekê û sekinîn. Bi hev re me dest bi seydê kir. Me ji jor ve masî kiş dikirin. Ji kûrahiya golê, ji war û cihên xwe hatin derkirin. Berê wan me da qeraxa çem. Carinan ji ber şîdeta pêlên masiyan û tenikiya ava çem, av ji bo hinek masiyan nema. Hinek ji wan ji ber bêcihî û ji ber şîdeta pêldanê, ketin derveyê çem û serê xwe li erdê dan. Hinek ji wan bi dijwarî û can-kişîn dîsan xwe gihandin avê û rizgar bûn. Li sînor nêzîk bûn, fermandar li pişt latekî di kemînê de bû. Pêldana van hemî masiyan bûbû xwînek û ber çavê wî girtibû. Serê xwe bilind kir, masî hatibûn bîst sî mîtreyê wî. Yekemîn bombe avêt. Me jî xwe li pişt komek xak li jor masiyan dirêj kir. Lê bêhnek jî neda ji bo ku encama teqîna yekemîn bombeyê bibîne. Lewma ku di nav van çend sal şer û ceng de êdî hîn bûbû, gava ku dijmin li te nêzîk dibe pirs neke û turmêzê(firên)ê berde. Bombeya duyem, sêyem çarem û hwd diavêt. Rengê çem hat guhertin. Masî par par bûn. Av û xwîn tev li hev bûn. Her masiyek parçekirî bû ku bi ser avê diket. Her masiyê ku zindî bû li gel masiyên parçebûyî ber bi xetê baz dan. Masiyên birîndar jî bileztir ji berê avjenî dikir. Lê masiyên ku me li jor seyd kiribûn, piraniya wan hatin kuştin. Fermandar û ez û Sefer me berev ser sînor baz da û me nehişt ku cinazeyên masiyan ji sînor derbas bin. Me pêşiya cinazeyên masiyan girt û êdî nekarîn li ber xwe bidin. Heke carinan leşê masiyekî parçebûyî ji destê me derçûya, hevalê min Sefer êriş dikir ser û ji wir heya bin sînor diçû. Em naçar bûn, ev, heya û namûsa fermandar bû. Fermandar her car digot: “Mal ji bo merez e yan ji bo qerez”. Me jî bawer kiribû.

Wê çaxê masiyên din ên biçûk biçûk ji sînor hatin jor û hez ji rengê sor û bi xwînê xemilandî yê çem kirin û xwastin heya çavkaniya vê avê herin. Her çend gava ku mezin dibûn, cenazeyê miriyê wan li kêlek çem li gel masiyên din tev li hev dibûn. Roj û meh û salên zêde derbas bûn. Êdî karê me wisa bû, em sibê bi saeta karmendî dihatin ser karê xwe û heya êvarê me kar dikir. Me her roj masiyên mirî û nîvcan ji çem derdixistin.

*

Pisîkan êriş kire ser masiyan. Gelek masî xwarin. Ew jî hîn bûbûn ku her roj û her saet li pey me bin ji bo ku em masiyên teze di nav avê de bikujin. Pisîkên ku bi dirêjahiya temenê xwe her bermahiya xwarinê xwaribûn û heya niha goştê masiyên teze bi çavê xwe nedîtibûn; hetta pisîkên ku pirr binaz bûn û li ber derê mala beg û mîran mezin bûbûn jî ew qas masî di xewn û xeyalê xwe de jî nedîtibûn. Her pisîkekê hez ji cureyek masî dikir. Pisîk hebûn tenê serê masiyan dixwar, hinek hebûn goştê bêçerm, hinekan jî masî post dikirin û tenê çermê wan dixwarin. Helbet ji bo pirraniyan ne girîng bû û bi tevahî masî dadiqurtandin. Wisa lê hat ku, ev hemî masî nehatin xwarin û pirr zêde bûn. Gelek kesan seredana qeraxa çem dikirin. Gelek civîn dihatin lidarxistin. Gelek şêwir hatin kirin. Encam gihîşt bi wê ku goştên masiyan bê hinardekirin. Helbet bo welatên ku heval û hevpeyman û nêzîk bûn. Salên ewil wisa bû. Welatên ku nêzîk bûn tev li xwarina goştê masiyan bûn. Piştî çend salan her welatekî derdorê jî dixebitî ku goştên masiyên xwezayî hem cemidî û hem jî zindî ji me bikire. Ew jî bi nirxekî pirr kêm ku li ser her kîloyê goştê masî bû. Gava ku dest bi firotina goştên masiyan hat kirin, Hacî –ku îmana wî kamil bû – hat hilbijartin ji bo hinardekirina goşt bo welatên derve. Gelek sal derbas bûn. Fermandar kal bû. Lê me karê xwe berneda. Ez jî karekî din ji xeynî vî karî nizanim. Ji bo ku ez bijîm, ez naçar bûm ku karê xwe bidomînim. Karê me bû masîxwarin. Me her cure biraştina masiyan ceriband û bi cureyên taybet masî biraştin. 

Çem her car bi rengekî sor di nav bajêrê bin sînor de dizivîrî. Êdî vê dawiyê nekarî xwe ragire, bi germaya havînê canê wî keliya. Hêdî hêdî germ bû. Kesî nediwêrî li germahiyê nêzîk bibe. Masiyên ku mabûn di bin zel û qamîşan de û di kûrahiya golan de xwe veşartin gav ku çem ji şideta germiyê dikeliya. Di piştê bendav û golên kûr, bû hilm û çû asiman û meşiyan û dizivrîn. Di demsala sermayê de dinya cemidî. Ewran xwe ranegirt û bûn birûsk û bi ser erdê de barîn.

*

Roj hilatibû. Tevî baranê jî me karê xwe meşand. Gava ku ez û Sefer bi hev re ji masî komkirinê hatin, şopek ji wî nebû!! Winda bûbû. Gava ku em li wî geriyan, me dît ku lehî carinan wî dibe bin avê û carinan jî tîne ser avê. Cenazeyê wî yê sar, sartir ji ava çem, ji sînor derbas bû. Lê her destê wî bû ku li gel pêla avê êrişî masiyan dikir.     

*Nivîskar û lekolîner ji Kirmenşahê/Rojhilata Kurdistanê

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz