Agirê Sînema ya Şehrazadê 56 sal in natefe!
Li Amûdê di 13ê Mijdara 1962’an de, 56 sal berê rojeke wek îro, 283 zarokên Kurd li Sinema ya Şehrazad, fîlmê “Gunehkariya Nîvê Şevê’’ temaşe dikirin. Ew zarok ew roj di sinemayê de hatin şewitandin. Ev guneh û tawan a ku di nava rojê de li Amûdê hatibû kirin, heta îro jî di ûcdanê Suriyê de qirêjeke mezin e.
13.11.2018

Faysal DAĞLI
Li Amûdê di 13'ê Mijdara 1962’an de, 56 sal berê rojeke wek îro, 283 zarokên Kurd li Sinema ya Şehrazad, fîlmê bi navê “Gunehkariya Nîvê Şevê’’ temaşe dikirin. Ew zarok ew roj di sinemayê de hatin şewitandin. Ev guneh û tawan a ku di nava rojê de li Amûdê hatibû kirin, heta îro jî di ûcdanê Suriyê de qirêjeke mezin e. 

Yekbûna Surîye û Misrê

Di sala 1952’an de li Misrê koma “efserên azad” li dijî Mîr Farûk derbeyekî leşkerî pêkanîn. Piştî demekî Cemal Evdilnasir bû serokkomarê Misrê. Evdilnasir yekitiya dewletên Ereb diparast.

Di heman salan de Cemal Evdilnasir bi siyaseta Panerabîst bûbû sedemê gelek pirsgirêkan. Di sala 1956’an de ku dest danîbû ser Qanala Suweyşê, bi Fransa û İngîltere re ketibû şer. Herwiha li aliyekî din bi İsraîlê û di nav welat de jî bi İslamîstên radîkal re ketibû pozberiyê. Nasir yekîtiya hemû welatên Ereb diparast û ji bo vê yekê di sala 1957’an de bi Sûrî re bi navê ‘Komara Yekgirtî ya Ereb’ damezirand. Serokê dewleta yekgirtî jî ew bû.

Nasirîst li dijî Kurdan

Nasir li dijî mafên netew û kêmnetewên xaka Sûrî bû. Piştî damezrandina yekgirtina Misir û Sûrî, di nav de partiyên Kurd jî xebatên hemû komên siyasî hatibûn qedexekirin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê û taybetî jî Amûdî ji yekîtiya nav herdû dewletan acis bûn û vê yekê protesto kiribûn. 

Di heman salan de li Surî di bin serokatiya Nûredîn Zaza de Partiya Demokrat ya Kurdistana Sûrî (PDKS) hatibû damezrandin. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî û hin damezrênerên din yên PDKS’ê, ji alî hêzên dewleta Nasir ve hatibûn girtin û li Şamê zindanî bûn.

Nasir ji tevgera Başûrê Kurdistanê jî acis bû. Serokkomarê İraqê Evdilkerîm Qasim xwe nezî Nasir nedikir. Herwiha di navbera Kurdên İraq û Sûrî de jî têkiliyên germ hebûn. Ji ber vê yekê Nasir berê xwe dabû tevgera Kurdên Sûrî û serekên PDKS’ê dabû girtin.

Piştgiriya Cezayirê li dijî Fransa

Di sala 1954’an de li Cezayîrê li dijî dagirkerên Fransî şerê çekdarî destpêkir. Dewletên Ereb ji bo alîkariya tevgera netewî ya Cezayîrê alîkarî komdikir. Wek hemû Sûrî û Kurdistanê li Amûdê jî ji bo alîkariya Cezayîrê kampanyayên alîkariyê hatibû n kirin. Hemû gelê bajêr bi dilsozî tevlî kampanya alîkariyê bûbûn. Malbata ku ji Cezayîrê re silav neşandibû nemabû.

Lê mûdirê nahiya Amûdê bi yekê nesekinîbû. Wî Sînema Şehrazat ya bajêr kirêkiribû û duxwest bi zarokên bajêr filmekî bide temaşakirin û bi vî awayî jî alîkarî kombike. Mûdirê nahiya Amûdê li ser zarokên xwendekar ferz kiribû ku heryek ji bo alikariya Cezayîrê 25 quruş bîne û fîlm temaşe bike. Li gor fermana wî, zarokên ku neçe sînemayê wê ji dibistanê bihatana derxistin. 

Roja 13ê meha Çiriya Pêşîn xwendekarên Amûdê dor bi dor berê xwe dan Sînema Şehrazat. Berî êvarê saat di 7’an de dora xwendekarên dibistanên seretazî Xezaliye û Mutenebî hatibû. Ew hemû zarok bûn û temenê wan di navbera 7 û 12’an de bû. 

Nêzîkî 500 xortên ev herdû dibistanan di salona biçûk ya sînemayê de hatibûn bicîhkirin. Ji ber ku cîhê rûniştinê nîn bû pirrani li ser lingan disekinîn. Di salona sînemayê de tenê cîhê rûniştina 170 kesî hebû. 

Sînema ew roj ji şeveqê ve xebitîbû. Motor germ bûbû. Li ser vê yekê xwediyê sînemayê, çibû cem Bavê Şêrgo ku ew jî karmendê dewletê bû û jê lava kiribû ku ew bi mûdirê nahîyê re biaxife da ku îro motora sînemayê êdî nexebitînin. Ji ber ku xetera şewatê hebû.

Li gor bîranînên Mele Ehmedê Namî, mûdîrê nahiyê vê daxwazê qebûlnekiribû û bi zora polîs nîşandana fîlm li ser xwediyê sînemayê ferzkiribû.

Piştî bûyerê ku di şewatê de kurê wî jiyana xwe wendakir, Bavê Şergo êrişê Mûdirê Nahiyê kiribû. Li gor şahidan Mûdir nahiye ji Erebên Dêrî bû û dijmintiya Kurdan dikir. 

Li gor şahidên demê li cem xwendekaran mamoste nînbûn. Herwiha di nav wan de, zarokên karmenden dewletê jî nînbûn. Mûdirê Nahîyê dû kurên xwe ji bo temaşekirina fîlm şandibû. Lê demek kin berî destpêka fîlm, zarokên wî zivirîbûn malê. Hemû zarokên ku bi zorê anîbûn sînemayê Kurd bûn. Di nav wan de Ereb an jî Xristiyan nînbûn. 

“Gunehkariya Nîvê Şevê”

Sînema ya Şehrazad ya Amûdê li nav bajêr avahiyeke kevnare bû. Ji kerpîçên çamûrê hatibû avakirin. Salonekî 18 metre dirêj û 6 metre jî fireh bû. Bilindiya wê 4 metre bû. Baniyê sînemayê bi dar û pûş hatibû pêçan. Dîwarên hindir bi telîsên boyaxkirî hatibûn xemilandin. Ew telîs heta hingê nînbûn û ji wan behna maddeyên kîmyewî dihatin.

Deriyekî teng yê salonê hebû. Kursiyên temaşevanan bi dar û qiraman hatibûn çêkirin. Di sînemayê de alawên agirbir nînbûn. 

Pencere ya yekta ya sînemayê teng û li kêleka locayan bû. Di bin pacê de bîreke kûr û tijî av hêbû. Motora sînemayê li hicrikekî biçûk hatibû danîn. Motor kevn bû û tesîsa elektrîkê jî ne rêkûpêk bû.

Di sînemayê de filmek bi navê ‘’Gunehkariya Nîvê Şevê’’ dilîst. Mûdirê nahiyê gotibû ev fîlm behsa şerê Cezayîrê dike. Lê eleqa fîlm û Cezayîrê nîn bû. Fîlmekî tirsê bû. Li gor diyalogekî qehramanê fîlm wiha dipirsî: ‘’Ka emê binêrin, wê kî ji me bimre û kê sax bîmîne.’’ Mûdirê Amûdê, zarokên biçûk şandibû fîlmekî tirsê. Ev fîlmê reş û spî û produksiyoneke Misrî bû. 

Motora sînemayê germ bûbû. Li gor şahidan pêşiyê ji hicrika motorê dengê teqînekî hatibû. Paşê agir biderûdorê ketibû. Telîsên dîwaran, kursiyên text, perde ya sînemayê tev bihevre şewitîbûn. Agir û dûman di nava çend xulekan de hemû salonê dagir kiribû. Şîddeta germê wiha pir bû ku sitûnekî hesin yê qalind nermbû bû û teviya bû. Ev şewat û agireke normal nîn bû. 

Piştî ku ev sitûnê hesin jî teviya, baniyê sînemayê li ser serê zarokên hindir hatibû xwarê. Li gor şahidan di nav sînemayê  de maddeyên kîmyewî hebû û ew bûbû sedemê gurbûna agir. Zarokên biçûk ku di salona tarî de li ser stûyê hev siwarbûbûn, ketibûn panikê. Yên nêzî derî xwe avêtibûn derve. 

Piştî destpêka şewatê leşker û polîsên Sûrî dora sînemayê girtibûn û nedihiştin kes mudaxeleyê agir bike û wan jî ji bo tefandin û xelaskirina zarokan tiştekî nedikirin. Ji ber vê yekê Amûdiyan bi zorê ji ser bariqata leşkeran derbasbûbûn.

Hin zarokan di pacê de xwe avêtibûn derve. Li kêleka pacê bîreke kûr hebû, yên xwe ji pacê diavêtin diketin ava bîrê û difetisîn. Kesen hatibûn hewarê, zarokên ku dikêtin bîrê derdixistin. Herçend hin ji zarokan xelaskirin jî, nezî 30 zarok, di ava bîrê de fetisîbûn. Zarokên ku bi saxî filitîbûn jî an brîndar bûn an jî seqet mabûn.

Hemû bajêr li dora sînemayê kombûbû. Piştî ku agir betilî û tefiya bû, cesedên nenaskirî yên zarokan hatin derxistin. Bîhna laşên şewîtî çend roj li ser asîmanên Amûdê belav nebû.

Qehremaniya Mihemed Seîd Axayê Deqorî

Ji zarokên Sîneme ya Amûdê Emîn Evdilselam ku hîn jî rêçên şewatê li laşê wî hene, çend sal berê li Almanya ji min re wiha behsa ev roja reş dikir:

“Piştî ku hawara agirê sînemayê li bajêr daket, kesên li derûdore bûn bazdan sînemayê. Mihemedê Seîd Axayê Deqorî wek xortekî dilsoz û jêhatî dihat nasîn. Piştî ku agir destpêkir û Mihemed gihîşt sînemayê, ji ser barîkata leşkerên Ereb derbasbû û xwe avêt nav agir. 

Ew şeş car ket nav agir û hercarê dû zarok li milên xwe lefand û derxist derve. Bi vî awayî 12 zarok ji mirinê rizgar kir. Mihemed Seîd Axa cara dawîn ku ket nav agir, êdî hew vegeriya. Baniyê sînemayê bi ser serê wî de hatibû xwarê. Mihemedê Seîd Axayê Deqorî tevî 283 zarokên Amûdî di bin baniyê sînemayê de mabû.”

Rejimê xwest kes pey bûyerê nekeve

Piştî vê karesatê cîhê sînemayê wek parqeke bîranîna zarokên şewîtî hat çêkirin. Li kêleka parkê peykerekî hat danîn û di salvegerên vê karesatê de evder ji alî Amûdiyan ve hat zîyaret kirin. Piştî bûyerê berpirsên dewletê, xwedî û karmendên sînemayê girtin. Rayedaran xwestin sûc têxin stûyê wan. Piştî darezandineke şeklî diyar bû ku sûcê wan nîne û yên fermana vê karesatê dane û bûne sedem karmendên dewletê ne, ev doz hat tefandin û jibîrkirin. Rayedarên dewletê yên ku qaşo ji bo sersaxiyê hatin Amûdê ji gel xwestin ku vê bûyerê wek qeda û qeder binirxînin û li pey nekevin. 

56 sal piştî bûyerê jî hîn perde ya reş ya ser şewat û qetlîama Sînema ya Amûdê nehatiye zelalkirin. Li aliyê din gelek îşaret û delîl nîşandidin ku ev bûyer komplo ye. 

Qetilkirina Kurdan bi şewatê berdewam kir

Bi şewatê qetilkirin di demên dawîn de jî wek ji aliyê rejima Sûrî ve li dijî Kurdan hat pêkanîn. Di sala 1994’an de rejima Sûrî li bajarê Hesîçe zindaniyên Kurd yên ku di Newrozê de hatibûn girtin, şewitand. Di bûyera zindana Hesîçê de 60 welatparêzên Kurd hatin şewitandin. Balkêş e cenazeyê girtiyên ku li Hesiça hatin şewitandin, li Amûdê ji ber Sînema Şehrazat hatibûn derbaskirin. 

Qetlîama Amûdê sembolek bû

Piştî şewata Sînema ya Amûdê zextên rejimê yên ser Kurdan her çû zêdetir bû. Di sala 1962’an de piştî serjimartina Sûrî, 150 hezar Kurd ji welatiya Sûrî hatin derxistin û bê statû man. 

Piştî ku di sala 1963’an de raportê serokê mûxaberatê yê demê Mihemed Teleb Hîlal ku di derbarê Kurdistanê de hat weşandin, rejima Şamê dest bi siyaseta çewisandin û înkarkirina hebûna Kurdan kir. 

Erebkirina Kurdistanê û siyaseta Kembera Erebî li Kurdistanê destpêkir. Gelek gundên Kurdan hatin valakirin û xaka Kurda dan Erebên çolî. 

Ev siyaseta rejimên Şamê ku piştî şewata Sînema ya Amûdê destpêkir, diyardikir ku rejima Şamê ji qetlîama Sînema ya Şehrezad agahdar bû.

 

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz