Zimanê kurdî û dîrok
Zimanzan û pisporên ku di warê etîmolojiyê de xebitîne, gihîştine encamekê ku, ziman ji xwezayê hatine afirandin. Ango, ji dengê ba, ji barîn û dengê baranê, ji kar û baran û ji tevgeran hatine afirandin û bi pêşketine. 
22.09.2018

Loqman HEKİM

Zimanzan û pisporên ku di warê etîmolojiyê de xebitîne, gihîştine encamekê ku, ziman ji xwezayê hatine afirandin. Ango, ji dengê ba, ji barîn û dengê baranê, ji kar û baran û ji tevgeran hatine afirandin û bi pêşketine. 

Dema ku em li ser zimanê xwe kurdî rawestin; Emê têbigihêjin ku ev têgeh çiqas di cih de ye. Weke mînak; top diteqe digurmîne, ba divizîne, av dixwujîne, kew diqebîne, mirîşik diqijîne, kûçik diewtîne, gur diûrîne û hwd. 

Belê di heman demê de,hemû cîhan sumeriyan weke bingeh digirin dest û dîrokê ji wan destpê dikin. Ango, dîroka nivîsandî.

Li gorî ku di dîrokê de tê nivîsandin, heyam û serdema sumeriyan, ji 4000 sal ta 6000 sal berî zayînê diçe. 

Wexta ku em werin ser nivîs, serborî û rabirdûya sumeriyan, em dibînin ku di bermahiyên wan de, (tablet-gatha) gava ku behsa hezaran salên derbasbûyî dikin de,dertê holê ku, aryeniyan serdema neolotîkê ava kirine. 

Û di neolotîkê de jî pêşveçûna mirovahiyê,bi çandinî, çinîn, neçîrvanî û hwd.ve bi pêş de birine. Aryenî di serdema neolotîkê de,debara xwe bi van berheman kirine û bi xweza û derdorê re jî bûne yek. 

Vêca dema ku em li ser wate û etîmolojiya peyva Aryen-Aryenî rawestin; bi hêsanî emê bibînin ku, peyveke bi resenî ji zimanê kurdî hatiye girtin. 

Lewre, Aryenî qewmekî ku bi ax, erd, cotkarî, çinîn, çandinî, ajotin û hwd re mijûl bûne û bi van berheman debara xwe kirine re hatiye gotin. Ev tiştên ku me li jorê destnîşan kirin afirandine û bi wan debara xwe ya jiyanî domandine. 

Weke me berê jî destnîşan kiribû ku, ziman ji xwezayê bixwe hatine afirandin. Vêca dema ku em li ser peyva (etîmolojî) aryen-aryenî rawestin; pir bi zelalî dertê holê ku, peyva aryen, bingeha xwe ji zimanê kurdî wergirtiye. 

Lewre;di dîrokê de cara yekemîn kurdan, di hundirê kevana zêrîn de, bi erd, ax, cotkarî û ajal xwedîkirinê re mijûl bûne. 

Bê gûman peyva “ar-yen, ar-yenî” jî, ji erd ango ji “ard/ar” pêkhatiye. Yek ji wate ya vê peyvê; kesên ku bi erd-ard re mijûl bûne û debara xwe pê kirine re hayiye gotin. “Ar” di kurdî de di wateya “şeref/ehlaq” de jî tê bikaranîn û li gor hin pisporan “Aryan” di wateya “kesên bi şeref / welatê bi şeref” de ye jî. 

Lewre ku sumeriyan ji wî qewmê ku li quntarên çiyayên Zagrosan û hundurê kevana zêrîn de bi erd, ax, çinîn, çandinî û sewal (ajan) xwedîkirinê re mijûl bûne re, gotine “qewmê aryen” an jî “qewmê aryenî.” 

Dîsa li gorî sumeriyan, kesên ku heyam û serdema neolotîkê afirandine jî, qewmê aryen bixwe ne. 

Gava ku dîroka nivîsî bi sumeriyan destpê dike,nexwe divê bê pejirandin ku, ev tiştên ku me li jorê rêzkirin jî, rast in û spî weke mast in. Lewre ev têgeh hemû jî di nivîs-gatha-tablet û forklora sumeriyan de hatine tomar û pesindkirin. 

Vêca di dîroka sumeriyan ya nivîsandî de,behsa cîranên wan jî hatiye kirin. Behsa hurrî (horrît), gûtî û kasîtan jî bi berfirehî hatiye kirin. Di zimanê sumeriyan de, ji bona kesên “çiyayî an jî kesên ji çiyayên bilind” re horrît-hurrît tê gotin. 

Ji bona kesên ku bi ga û sewalan (ajal) debara xwe dikin, bi ga cotkarî û çandinî dikin jî, “gûtî” ango kesen ku bi “ga” yan debara xwe dikirin dihate gotin. 

Ji bona ew kesên ku ji çiyayan daketibûn û li bajaran kar û barên bajaran dikirin jî, kasît an jî kasîdî dihate gotin. Heta niha jî ji esnafan re di nav kurdan de “kasib/kasibkar” tê gotin. 

Di heman katê de, sumeriyan bi mêranî, mêrxasî û şervanî jî qal û behsa horrît, gûtî û kasîtiyan kirine. Têr û sertêrîn jî pesn û methên wan dane. Di nivîs û bermahiyên sumeriyan de tê gotin ku, “bi alîkarîya şervan û tekoşerên horrît, gûtî û kasîtan me zora mîrê aqadiyan Sargonê zalim biriye.” 

Sumerî di gelek êfsane, serpêhatî û destanan de jî behsa van bapîrên kurdan kirine. Weke mînak jî mirov dikare destana Derwêşê Evdî nîşan bide, ku ev destan jî, berî zayînê  bi 2000 salî berê pêkhatiye û vê destanê jî di nivîsên sumeriyan de bi berfirehî cihê xwe girtiye. 

Vêca di nivîsên sumeriyan de tê gotin ku, ji bona qewmê çıyan ziman û çanda xwe biparêzin jî bêhempa li berxwedane û têkoşiyane. Warên xwe qet û qet bernedane û koçî cih û welatên tu kesan jî nebûne. Û di heman demê de,tu kes jî li nava xwe nepejirandine û nehewandine. 

Her û her bi ax, erd, xweza, çinîn, çandinî û ajal xwedîkirinê re mijûl bûne û her û her jî xwe sipartine quntara çiyayên berz û bilind da ku xwe ji talanan biparêzin û nebin parî û neyên helandin. Lewre ku ne asûriyan, ne babiliyan, ne roman û ne jî tu kesên din nikaribûne bapîrên kurdan di çiyayên asê de têk bibin. 

Heta tê gotin ku, dema Aleksanderê Makedonî dixwest ku derbasî serdegirtina Hindistanê bike, bi tu astengiyan re rû bi rû nemaye. lê belê li çiyayê Zagrosan li kurdan aliqiye û lewre jî riya xwe guhertiye û di nava sehra ereban re derbasî Hindistanê bûye. 

Vêca weke ku ji bermahiyên sumeriyan jî tê xwuyakirin, aryenî bapîrên kurda ne. Lewre ku bi hêsanî mirov dikare bibêje; hûrrît, gûtî, kasît, lolo, kurtî, mîtanî û medî mohra xwe li dîroka mirovahiyê dane.

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz