Dîroka kurdan di huner û muzîka wan de ye
Hunermendê ermen İbrahîm Keivo yek ji wan kesan e ku hewl dide, alozî û nakokiyên di navbera civak û gelan de bi huner, bi deng û bi awazên xwe têk bibe.
20.09.2018

Esat KINIŞ

IMPNews - Huner di jiyana komên însanan de roleke afirêner û aştiyane dilîze. Lewra, huner di hiş û mejiyê mirovan de xwedî bandorêkî kûr e. Di dîrokê de jî gelek civak û ziman bi saya çand û hunerê nêzîkî hev bûne, hevûdu fêm kirine û bi pêş ketine. Di nav cûreyên hunerê de jî muzîk cih û rolekî taybet û serekî dilîze. 

Hunermendê ermenî İbrahîm Keivo, li ser muzîk û hunera xwe, ji IMPNews’ê re axivî.

Jiyaneke koçber

İbrahîm Keivo yek ji wan kesan e ku hewl dide, alozî û nakokiyên di navbera civak û gelan de bi huner, bi deng û bi awazên xwe têk bibe. Keivo bi eslê xwe ji malbatêkî ermen e ku piştî qirkirina sala 1915’an malbata wî neçar dimîne ku ji cih û warê xwe koç bike. Malbata Keivo di sala 1915’an de ji bajarê Wanê koçî Rojavayê Cizîrê dibe. Piştî ku ew li Cizîrê bicîh dibin, Keivo li Amûdê li gundêkî êzdiya tê dinê û zarokatiya wî li gund derbas dibe. Xwendina seretayî li Amûdê li ser muzîkê diqedîne û di heman demê de jî bi karûbarên muzîkê re mijûl dibe. 

Paşê ji bo xwendina bilind diçe Halebê û li wir di zankoyê de di beşa muzîkê de dixwîne. Piştî xwendinê, bi awayekî profesyonel li ser muzîk û awazên Rojhilata Navîn mijûl dibe. Keivo heta niha li gelek welatên biyanî tevlî qonsert û festîvalan bûye. Bi navê; “Balyozê stran û awazên Cizirê” li ser xebatên muzîka xwe gelek xelatên navnetewî vergirtiye. Ji ber şerê navxweyî di 2014’an ji Sûriyê berê xwe dide Almanya û xebatên xwe li wir berdewam dike. 

'Muzîk pirekî ye di navbera gelan de'

Keivo dibêje ku ew dixwaze bi muzîka xwe pirekî dî navbera gelan de avabike da ku têkîliyên hezaran salan ya navbera wan gelan têk neçe. Ew di derbarê destpêka muzîka  xwe de wiha vedibêje; “Min di salên biçûkatiya xwe de dest bi muzîk û hunerê kir. Hêj di heşt saliya xwe de ez bi muzîkê re mijûl dibûm. Gundê ku ez û malbata xwe tê de dijiyan gundêkî binxetê ya êzdiyan bû û tê de gelek hunermendên hêja hebûn. Pêywendiya min bi muzîkê re, cara yekem jî bi saya cîranên me yên êzdî çêbûn. Ji xwe di êzdiyatîyê de muzîk xwedî cihekî pîroz e. Heta dibêjin yên ku muzîkê hez neke diyaneta wî kêm e. Ji aliyê din ve wek malbatekî ermen jî muzîk di mala me de dihat heskirin û ji ber bavê min aşvaniyê dikir, tekiliya wî bi hunermendên derûdor re tim xurt bû. Tim caran em li gel hev bûn. Ji xwe li herema ku em lê bûn gelek hunermendên navdar yên wek Aram Tîgran, Mihemed Şêxo, Seîd Yusuf jî hebûn.”

'Cizîr hêlîna muzîka rengîn e'

İbrahîm Keivo di nav fireçandiyeke rengane de jiya ye: “Herwiha dîsa gelek stranbêjên asûrî, keldanî û ermenî hebûn ku stran û kilamên wan wek destanan dirêj û kevin bûn. Rastî jî gundê me di aliyê ol, çand, folklor û gelan de wek cumbuşek bû. Em gelên ermen, kurd, suryanî, ereb, êzdî hemû bi hev re dijiyan. Li aliyêkî qewlê êzdiyan, stranên kevn yên asûrî û ermeniyan; li aliyê din payîzok, gulok, heyranokên dora Cizîrê dihatin gotin. Ez bi wan hemûyan re di nav vê çanda dewlemend de mezin bûm. Hêj di salen biçûk de min bi zimanên cuda stranan digot. Ji ber wê ez dikarim bêjîm ku ev folkora rengîn û hêja bingeha min a muzîkê gelek xurt peyda bû. Kelepora cih û warê min bandorekî erênî lî ser min kir. Herwiha piştî ku min li zankoya halebe dest bi xwendina muzîkê kir, di serî de mamosteyê min Nurî Îskender û gelek mamosteyên din yên hêja bûn sedem ku ez giranî bidim muzîka resen.”

İbrahîm Keivo dibêje ku armanca wî ya yekem ew e ku bi rêya muzîka xwe zimanekî muzîkî û hunerî ava bike: ”Bi baweriya min tenê zimanê muzîkê dikare dinyayê lihev bîne û mirovan, gelan nêzîkî hevûdû bike. Ez dixwazim muzîka min ji bo aştî û bratiyê bibe pirekî di navbera gelên Mezopotamyayê de. Ez di qonsertên xwe de stranên bi zimanên erebî, kurdî, ermenî, suryanî û tirkî dibêjim û heta silavên xwe ji. Enstrûmanên min jî ji gelek deverên cûrbecûr in. Ez tim dibêjim eger Yezdanê mezin bi mirovan re bipeyive wê zimanê wî teqez muzîk be. Ji ber ku bi dîtîna min di dinyayê de ti tişt wek muzîkê xurt û bihêz nîne. Muzîk tim navê xweşî, dilşahî û hestiyarên mirovan yên rasteqîn e. Ez ne bawer im ku mirov ji muzîkê çiştekî xerab derbixe.”

Keivo di derbarê têkiliya muzîka gelên cîran de jî wiha dibeje; “Li ser xaka Mezopotamyayê gelek gel û milet, bi hezaran sal in bi hev re wek cîran dijîn. Gava em bi nêz de binêrin çand û hunera ew miletan gelek nêzîkî hev in û bi hev re girêdayîne. Dîsa gelek stran û awaz hene ku her yek li gor zimanê xwe distre. Helbet yên taybet jî hene, le wek min got em dikarin behsa çandêkî hevpar jî bikin ku bi hezar salan de derketiye holê.”

'Dîroka kurdan di muzîka wan de ye'

İbrahîm Keivo li ser folklor û muzîka kurdî jî dibêje ku ew gelek di bin bandora muzîka kurdî de maye: “Folklor, çand û muzîka kurdî gelek kevnar e. Rastî jî ez dikarim bêjim ku dîroka miletê kurd di muzîka wê de ye. Gava em li dîroka muzîka kurdî dinêrin her wiha em dîroka miletêkî tê de dibînin. Di serî de gava em ola êzdiyatiyê û naveroka wê dinêrin gelek awaz û qewlên ku bi hezaran  sal in hatine parastin hene. Ev yek taybetmendiyêk girîng e. Dengbêjên gelek kevn hene ku bandora wan li ser min zede çêbûne. Di zarokatiya me da wek minak destanên wek ‘Siyamend û Xecê’ ji aliyê dengbêjên Cizîrê ve her şev, 2-3 saet 13 rojan de dihatin gotin. Taybet du dengbêjên hêja, Şakiro û Xerepetê Haco bandora wan li ser min gelek çêbûye.” 

Keivo di dawiya gotinên xwe de dûrî û bêriya welet jî wiha tîne ziman: “Her çiqas xweşî û dil rehetiyeke madî hebe jî em tim xewn û xeyala welatê xwe de ne. Tim û tim di bîra me de ye. Ez xwe dûrî welêt wek mevanekî dibinim. Ez hêvî dikim nexweşiyên li ser ax û welatê me di demeke zûtir de bi dawî bin.”

 

 

 

 

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz