Helwest û hêvîya gel wê Efrînê rizgar bike
"Efrîn bi erdnîgeriya xwe her çendî biçûk be jî, bi civaka xwe, bi huner û kultura xwe, bi dîrok û folklor xwe, bi çandinî û xaka xwe, bi xwezaya xwe, devereke gelek mezin e."
15.09.2018

Esat KINIŞ

IMPNews - Hunermendê kurd yê Efrînî Xelîl Xemgîn, salên dirêj in ku di qada mûzîka kurdî de, bi stran û awazên xwe yên heja tê naskirin. 

Dengxasê Efrînê Xemgîn, heta niha ji xeynî stran û albûmên xwe, ku di nava kurdan da belav bûne, wek sazkar û damezrêner jî di gelek komên mûzîkî yen kurdî de cih girtiye. Xelil Xemgin, herçiqas salên dûr û dirêj in ku li Ewropa yê dijî jî bi huner û mûzîka xwe, xwe digihîne di nava Kurdistan û taybetî jî Efrîn ê. Ji bo rewşa Efrînê û bûyerên ku diqewimin jî ew dibêje; “her çixas rûdanên serîda Efrîn û gelek bajarên kurdan pek tên me xemgin bike jî, divê e em hevidar bin.”

Xelîl Xemgîn bi çavê hunermendêkî, bajerê ku hatiye dinê û mezinbûye, li ser Efrîn û rûdanên dawî pirsên IMPNews'ê bersivandin. 

- Beriya ku Efrîn hat dagirkirin bajereke çewa bû gelo? Rewşa bajêr ji aliyê jiyan, hûner, nifûs û aboriyê de di çi astê de bû? Hûn dikarin henêk behsa bajarê xwe bikin?

Efrîn bi erdnîgeriya xwe her çendî biçûk be jî, bi civaka xwe, bi huner û kultura xwe, bi dîrok û folklor xwe, bi çandinî û xaka xwe, bi xwezaya xwe, devereke gelek mezin e. Efrîn li gorî dabeşbûna îdarî ya dewletê de di asta navçeyan de, li heremê dewlemenditirîn wargeh e. Di warê civakî de jî, xwedî teybetmendiyêk e û ji herêmên din cudatir e. Mirov, teybetmendiya civaka Efrînê hem di dîroka herêmê de dibîne, hem jî di babetên jiyana civakê de dikare bibîne, ku ji sedsalan ve sîstema eşaîrî li Efrînê têkçûye. Bi teybetî ji ber zextên osmaniyan, pergala axatiya erd û maldaran, bi salên dirêj berdewam kirî. Piştî damezirandina dewleta Sûrî, bi teybetî 1936’an û pêve, roj bi roj pergala axatiyê jî lewaz bû ye, heta salên 1960’î û pêve êdî maldarî û axatî jî bi temamî têkçû ye. Bi çandinî, rêncberî û xwedîkirina sewalan, her wiha Efrîniyan bi kedkarî û xebatkariya berhemdayînê tên naskirin.

Rewşenbîrekî ji kurdên bakûr, dema ji ber cûnta ya 12 Êlûnê koçber dibin, me li xerîbiyê hevdu naskir. Dema bi qaçaxî hat û derbazî binxetê bû, li Çiyayên Kurmênc (Efrînê) bûye mêhvan, wî camêrî Efrîn bi hevokekê têrûtijî wiha gotibû: “Dema derbazî herêma Efrînê bûm, xweza û avahî min dîtin, ji bêhna keda mirovan serxoş û mest matmayî mam.” Bawer im çand û hûnera vê civakê di vê hevoka jorîn de veşartiye. 

Li Efrînê

 

-We cara dawîn kengê Efrînê dît?

Piştî 28 salan, di sala 2012’an de, yanê piştî azadbûna Efrînê û herêmên kurdan, min Efrîn dît. 15 rojan bûm ‘mêvanê’ bajarê xwe. Cara yekemîn bû min dît ku Efrîn bi azadî bêhn digire. Piştre, bi mezinbûna şerê li Sûriyê re, alozî û pirsgirêkên herêmê jî mezin bûn. Gelek koçberên ji Helebê û herêmên din, herwiha piraniya kurdên li bajarên Sûriyê berê xwe dan Efrîna bi ewle û aram. Bi damezirandina TEVDEM’ê re, li herêmê ji sala 2012’an û virve, bi saya YPG/YPJ û saziya asayîşa Rojava, gelê Efrînê û hemû pêkate û koçberên hatibûn herêmê, di hêlînêk aram û ewle de dijiyan. Şêniya bajêr çend qatî zêde bibû jî, jiyanek hevbeş û ji herkesî re bi ewle dimeşiya. Saziyên civaka sivîl û saziyên çandî û hwd roj bi roj pêşve diçûn. Hetanî ku dewleta tirk bi hovane Efrînê dagir kir.  

- Gelek car in sazîyên mafên mirovan radigihînin ku rewşa Efrînê gelek xerab e û di nav bajêr de gelek zext û zor hene. Niha Efrîn di çi rewşê de ye?

Rast e, wehşet û hovîtiya ku dewleta tirk li Efrînê pêktîne, heman hovîtiya Cizîra Botan, Sûra Amedê, Şirnex û Nisêbînê û Geverê ye. Heman çete, bi heman hovîtiyê, bi heman wehşetê li Efrînê ne. Kê bû li Cizîr, Sûr û Şirnexê, heman çete ne ku bi cil, berg û navên cuda vê carê li Efrînê ne. Û bajarê me talan kirin. Herwiha, mîna ku her kes armanca vê dagirkeriyê dizane, pêkoliya herî giran û hewildana herî lezgînî, ew dixwazin rojekê zûhtirîn guhertina demografîk li Efrînê pêkbînin. Armanca wan ew e ku, bi dirêjahiya 970 km sînorê binxetê ji kurdan paqij bike û li herêmên kurdan demografyayê biguhirîne. Lê baweriya min ew e ku, rêveberiya Rojava qet destûra vê yekê nade û ji xwe gelê me jî li berxwe dide.

- Ji aliyê din, nûçeyên ku gelek cîh û derên dîrokî di nava Efrînê de ji alîyê hela cihadîstan tên xirakirin, tên belavkirin. Derbarê van agahiyan da pêhesîneke we heye gelo?

Pêncsed sal e kevneşopiya vê dewletê li rojhelata navîn, welatên Balkan û Bakurê Afrîqayê, bi talan û xenîmetan, bi hovîtî û serjêkirinê dîroka wehşetê hatiye nivisandin. Li van welatên me rêzkirin, nirxêkî û avahiyêk dîrokî, ku vê dewletê avakirî nîne. Dêr û kenişte veguhêstin mizgeft û serayên xwe. Bi diziyê birc û qesrên osmaniyan avakirin. Di “genê” vê dewletê de talan, hilweşandin û qirkirin heye. Li Efrînê jî heman tiştê ku li Sûra Amedê û Hesenkifê kiribûn, pêk anîn. Kevneşopiyên ku mîrata mirovahiyê ne, keştexaneya dîrokî ya Endarê û vê heftê jî êrişa gora nemir Nûrî Dersimî kirin. Gora Dr. Dersimî wekî ziyaretgeh û cihekî pîroz ji aliyê gelê Efrînê ve dihat naskirin. Agahiyên herî dawiyê di destê min de, hem gora nemirê kurd hilweşandin e hem jî nava gorê li hestuyên nemir Nûrî Dersimî vala kirine û bi cihekî ne diyar ve birine. Îcar bi dehan cih û warên dîrokî, mîna Kelha Horiyan, Şikefta Çil Derî ya Êzdiyan û hwd li herêmê hene. Em hîn jî qedera wan deveran ne agahdar in.

- Ji endamên malbata we, en ku li Efrînê ne hene? An jî ên ku koç kirine, hûn xeber ji wan distînin? Li ku derê ne, çi dikin?

Ji bo min hemû xelkê min malbata min e. Rast e, hemû xelkê me ji cih û warê xwe bûne lê welatê xwe û berxwedana xwe bernedane. Sekna xelkê me li herêma Şebha, sekn û helwestek bi rûmet e. Mixabin gelek kesên ku siyasetê nîvco dixwînin, wateyekê nadin vê helwesta gel û YPG/YPJ û berxwedanvanên ku di pêngava duyemîn de li berxwe didin. Ji bo me, ji bo Efrîna me her tişt û her hêvî, malbatên me û xism û xêzin me jî ew sekn û helwesta ya Efrînê wê azad bike.

- Piştî ku Efrîn hat dagirkirin gelekî kes jî koçî Ewropa kirin. Hûn dikarin rewşa wan bişopînin?

Rast e, lê piraniya xelkê hatî Ewropa, ên ji berî şerê Efrînê hatibûn. Beşekî mezin, ên ji berî du/sê salan ji ber şerê li Sûriyê koçî Tirkiyê kiribûn, bi hevotin û encama siyaseta dewleta tirk, dîsa bi hezaran berê xwe dan welatên Ewropa. Ji xwe gelê Sûrî bi gelemperî, ku di bin zextên rejîma Bass de mîna çawîra di bin latekê de bû. Mereq û xweziyên xwe herdem hebûn û gelek kesan bi hatina Ewropa mîna bihûştekê ji xwe re xeyal dikirin. Îcar piştî hatin û pêve, gelekan têgihêştin ku koçberî û terka welat, ne bihûşt e, lêbelê dojeh e. Bi baweriya min, sazî û dezgehên kurdan li Ewropa lazim e dest ji vî gelê me yê koçber bûye bernede û li wan xwedî derkeve. 

- Wek hûnermendeke Efrinî denge ji bo ku dengê Efrînîyan di qada hûnerê de jî were sehkirin, gelo xebat û projeyên we hene?

Belê, bêguman qada hûnerê qadêk moral û motîwasiyonê ye. Proje û planên me cûr bi cûr hene. Lê pêwîst e, bi taybetî em Efrîniyan girîngî bidin vê sendroma hanê ji bo ku were derbazkirin. Herwiha, di qada hûner û berheman de jî bi dîtina min, van salên dawî yên bê qelîtebûn û siviktiya berheman hest û guhê gel westandin. 

Çawa ku bi zimanê ragihandinê hûn dibêjin (qirêjbûna agahiyan), tiştêkî wisa jî di qada hunerê de rûdaye. Ez bawer im hûn jî dişopînin qada hunera kurdî di nava xitimandin û tevizandinêk giran de dibihûre. Gelek sedem û faktorên vê kembaxiyê hene. Belkî niha ne cihê vê mijarê ye, lê belê pêwîst e meriv bêje gelo çi dihêle ku ‘serê sibê bûyer diqewime, di heman rojê de hunermend berhem û klîpa wê bûyerê diweşîne?’ 

Ez ji felsefa şoreşê û mezinên xwe hîn bûm ku mirov ji berhema mayînde re dibêje ‘huner.’ Ji qelabelixa bo xerckirina rojane re nikare bêje ‘huner.’ Tiştê niha tên çêkirin û belavkirin ji sedî 95 qelabelixî ye. Ku em pê re hest û guhên mirovan mandî dikin, diwestînin. Ez wekî navê xwe dizanim, yekser hinêk wê rabin bêjin, ‘hûn berheman çênakin, lê berhemên tên çêkirin jî hûn naecibînin!’ Tirsekî min ji rexneyan tune ye, lê tirsa min ew e ku, ên di derbarê hunerê de herî li paş in niha nirxandina hunerê dikin.

- Bi dîtina we di vê rewşa xerab de, ji bo têkarîyeke êrênî, hûnermendên kurd dikarin rolên bi çi awayî bigirin ser xwe?

Rola hunermendan bi qasî helwest û sekna cihê lê sekinîne tê pîvan. Madem hunermend xwe wek nirxê miletêkî, yê bi navê gelê kurd dibîne, pêwîst e bizanibe ku netewa kurd ahtî tê dabeşkirin. Welatê wî bindest e, çand û hunera wî miletî di bin gefên qirkirinê de ye. Lazim e di serî de pirsgirêka wî, miletê wî û azadîya bi jiyaneke wekî mirovan be. Rêberê gelê kurd Ocalan hunermend wekî ‘ûjdanê civakê’ destnîşan dike. Heger hunermendên kurd xwe wekî ûjdan bibîne, wê demê pirsgirêk di aliyê hunermend de namîne. Ango ji xemên şohret û berjewendiyên teng wê xwe rizgar bike. An heger wiha be, wê herdem xwedî armanca şohret û berjewendiya şexsî be, bi çend stranan an bi çend berheman, teknîk û tomarkirinên xweş, gelo mirov ji vî gelê di bin gefên qirkirinê de ne dikare bibe hunermend ne jî berhemên mayînde dikare li pey xwe bihêle?

- Gotina dawîyê de dixwazin çi bêjin?

Li dawiyê sipasî û destxweşiyê li we dikim, ku hûn bi me fikirîne. Bi teybetî sipasdarê mamoste Faysal Dağlı û hemû xebatkarên çapemeniya kurd im, her û her bo gelê xwe serkeftî bin.

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz