Çend têbinî li ser zimanê kurdî
Têkoşîna ziman, di sê waran de dikare bê meşandin. Ew her sê jêneger jî, parastina ziman, hîndekarî û perwerde ye. Pêşvebirina ziman û têkûzkirina ziman jî mirov dikare bi van jênegeran ve girêbide.
15.09.2018

Loqman HEKİM

Weke ku mamosteyê gorbihûşt, Celadet Bedirxan, parastina li hember neyaran bi 2 çekan (ol-ziman) rave kiribü.

Kurdîhezên heja û delal!

Emê jî hewl bidin bê ka gelo em çeka (ziman) xwe ya herî mezin û giranbiha çi qasî dinasin. Em dikarin bibêjin ku têkoşîna ziman, di 3 waran de dikare bê meşandin. Ew her sê jêneger jî, parastina ziman, hîndekarî û perwerde ye. Pêşvebirina ziman û têkûzkirina ziman jî mirov dikare bi van jênegeran ve girêbide.

Jiber ku dê mijara me zimanê kurdî ye, divêtî bi ravekirina çend xalan heye.

Ya yekemîn; Zimanê kurdî, zimanekî hînd-dwropî ye û di nava zimanên îranî de cih digre. Lewre ye ku dişibe farisî, peştû û belûcî.

Elfabeya kurdî ji 31 tîp û 1 pevdengê pêk tê.

Ji tîpan 8 jê dengdêr û 23 jê dengdarin.

Tîpên dengdêr: a,e,ê,i,î,o,u, û ne. 

Tîpên dengdar: b,c,ç,d,f,g,h,j,k.l,m,n,p,q,r,s,ş,t,v,w,x,y,z ne. 

Pevdenga kudî jî: "xw" ye.

Ji van 8 tîpên dengdêr, xwendina a-ê-î-o-û dirêjin û ya,e-i-u kurt in.

Vêca di nava van 23 tîpên dengdar de jî, çend tîp hene ku rengdar in ango du reng in. 

Xwendina wan di nava hevokan de him nerm dibin û him jî hişk dibin. Ew jî mirov dikare weke; “ç-k-p-t-l-r” destnîşan bike.

Di kurdiya qedîm de,nexşeya zaravayên kurdî bi 4 şaxan derdikeve pêşberî me.

1; Kurdiya jorîn (kurmancî)

2; Kurdiya navîn (soranî-gelhorî)

3; Kurdiya jêrîn (lekî-goranî-lorî-bextiyarî)

4; Dimilî - hewramî.

Lê di Şerefname ya Şerefxanê Bedlisî de, rêjeya zaravayên kurdî bi vî rengî têne destnîşankirin.

1; Kurmancî

2; Lorî

3; Kelhorî

4; Goranî

Belê di roja me ya îroyîn de, bi gelemperî weke; Kurmancî-soranî-kirmanckî (dimilî-zazakî)-hewramî, lorî tê zanîn.

Di nava demê de di nava zaravayên kurdî bi xwe de jî guhertin derketine holê. Weke mînak; Di zaravayê soranî de, zayend rabû ye. 

Di zaravayê kurmanci de, di cînavk û navdêran de zayend maye.

Di dimilî de, di cînavk, navdêr û lêkeran de jî zayend hene.

Girîngiya perwerde û axaftin bi zimanê zikmakî

Di serî de me gotibû; ji bona ziman pêwistî bi parastin, hîndekarî ango hînkirin û perwerdeyê  heye. Lewre ziman dişibe zeviyekê, gulekê, darekê, fêkiyekî an jî kargehekê. Ji bona van hemûyan jî, avdan, paqijî, lênerîn, firotin û hwd pêvîst e. Lewre ye ku ji bona ziman jî, xwendin, nivîsandin û axaftin şert e.

Mirov dikare ziman, di axaftina malê de, bi xwendin û nivîsandinê têr û sertêr biparêze. Lewre nasnameya kesan, bi zimanê wan ve girêdayî ye. Ger ku ziman here nasname û kesayet jî diçe.

Çawa ku dar bê av nabe, mirov jî bêyî  ziman nabe. Çawa ku her dar li ser axa xwe û bi rehên xwe mezin dibe,mirov jî nola darê li ser axa xwe û bi zimanê xwe mezin dibe û bi pêşde diçe. Di heman demê de, wêje, huner, çand û dîroka mirov jî bi zimanê mirov zindî dimîne, gewre dibe û bi pêşve diçe. Ya herî balkêş jî ewe ku, yên ku bixwazin bibin hakimên derdor û civakê, divê di serî de hakimê zimanê xwe be.

Vêca têgihîştin û fêrbûn jî encex bi perwerdeyê pêkane! Ji ber wê ye ku em dibêjin, divê perwerde bi zimanê civakê ango bi zimanê zikmakî be. Yanê bi zimanê dayikê perwerde ya herî giring çak û pake.armanca perwerdeyê ya sereke serdesta zimane. serdestiya ziman jî kesan qehîm dike,ji xwe bawer,bi vîn û tijî dikemilîne.hêza kesan ya gotin û vegotinê pir zêde dike. Bi ziman kesayet teşe digre û tentêla xwe dixemilîne. Vêca perwerdeya bi zimanekî biyanî û cûda, an jî bi zimanê serdestan, neyînî, gengeşî, nakokî û derûniyên xeter bi xwe re tînin.

Di kesên ku bi zimanekî biyanî perwerdê dibînin de, di têgihîştin, xwe ravekirin û fêmkirinê de tengasiyan dikşînin.derûniya wan serobino dibe. Fêmnakin, nadin fêmkirin û azad naramînin. Lewre ku bi wan kesan re dudilî, qelsî û jixwe ne bawerî dertê holê. Lewre ew kesên bi zimanekî biyan perwerde dîtibe, nikare bi hêsanî hestên quncika dilê xwe bîne ser ziman û nikare tirs, xof û dudiliyên xwe jî bi hêsanî rave bike. Vêca kesên bi vî rengî dê bi çi awayî serdestê civak û derdorê be, vê çawa xweza, civak û derdorê binase û rêvebertiyê li wan bike!

Dema ku em vegerin ser mijara zimanê kurdî, sed mixabin ev tiştên ku me anîn ziman hemûyan jî heta kakilê ruhê me rehên xwe berdane.

Bandora erebî, farisî û tirkî me sergêj û matmayî hiştine. Yên ku ji Tirkiyê, İraq, Îran û Sûriyê mişext bûne an jî derketine derveyî van welatan, îjar jî bi pişaftina (asimilasyon) metropolan re rû bi rû mane. Pişaftin belayeke mezin û zahf dijwar e!Weke deryayan kûr e. Lewre bi tenê yên ku baş bi avjenî zanibin dikarin xwe rizgar bikin, yên ku nizanibin jî mixabin dê binav bibin û bi xeniqin. Lê mixabin weke ku di dema îroyîn de em dibînin ku zarokên kurd li Ewropa û metropolan binav dibin û dixeniqin. Di siyasetê de jî heman tişt heye. zimanê serdestan lidar e û liser kar e. İcar tiştê ku di dest de ewe ku em bibêjin kurdino bi kurdî biaxivin, bi kurdî bixwînin, bi kurdî binivîsin û ji bona kurdî fêrî avjenî bibin. Nexwe emê tevde bixeniqin!

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz