Dilê stranên Xorasanê
Herêmê Xorasanê ji aliyê muzîk, wêje, huner, çand û jiyanê ve herêmeke resen û gelek dewlemend e. Xorasanî di muzîkê de erbane û setar û tembûr gelek tê bikartînin.
14.09.2018

Rumet KAYA

IMPNews - Newayan qasî dîroka mirovahiyê kevnare û qedîm in û pêkhatin ên wan derbirineke herî xwezayî û jidil e. Stran, kilam, lawje, zêmar û bi giştî muzîk neynik û sîtavên çandê ne û newayên wan dilê xwezaya jiyanên mirovan e.

Muzîk di her serdema dîrokê de, digel helbestê re yek ji hunereke herî berbelav e û ev hertim hebûna xwe bi awayên cur bi cur, ji nû ve pêk tîne. Kirûya (diyarde) muzîk, bi demê re bi hest û ramanên mirovan ve pêkhatiye û derketiye holê û di xwezaya jiyanê de bûye derbirin û vebêjanên ên cur bi curên ên ruhê can û dilên mirovahiyê. Muzîk encamê geşedana dîrokî ne û ji bandora ên felsefe, wêje, efsane, mitolojî, zanist, hunerên ên din û bi gelemperî bandora jiyanê de maye. Di guherîn û veguherînên (Diyalektik) zagona xwezayê de şêweyên (teşe) nû û cuda hilgirtî ye.

Ji aliyê pêkhatinê ve newayan; him çavkanî him jî sîtav in, xwe di herikîna jiyanê de ji nû ve nû dikin, muzîk ya herî girîng ruhê mirovan û qîrîna xwezaya jiyanê ne, ev di heman demê de rewş û halê giyanê canên mirovan biguherînin û kesên ku wan guhdar dikin di bandorên awazên wan de dimînin. Bi kurtasî muzîk, newayên ruh û can û dilê jiyanê bi xwe ne û dengên wan qîrîn û hewarên jandil in.

Herêmê Xorasanê jî ji aliyên muzîk, wêje, huner, çand û jiyanê ve herêmeke resen û gelek dewlemend e. Xorasan di navbera sînorên ji gelek welatan de maye, ji derveyî û navxweyî herême ve, ji mêj ve heta niha pir caran nefî û koçên mezin çêbûne. Xorasan erdnîgariyeke pirçand û firenetewî (kozmopolît) e, îro jî netewe û baweriyên têvel li ser axên herêmê jiyanên xwe didomînin. Li Herêmê bandorên mezheba Şiîtî zêdetir e û baweriya mirovên ji vê derê Ehlî Heq, Elewî ango Yarsanî, Kakeyî ne. Ji aliyên çand, rîtuel (cem) û jiyînê ve, xelkê Xorasanê mîna xelkên Elewiyên Rojhilata navîn, Hewraman, Dêrsîm, Îlam, Lorîstan, Kirmaşan û ji gelek herêm ên din ve wek hev in û herêm ji gelek hêlan ve resen û dewlemend e. Xorasan ji aliyên wêje, felsefe, çand, muzîk û jiyanê ve, di herêmê de bandoreke girîng û diyarker pêkanî ye. Di van herêman de, Zaravayên Kurdî; Soranî, Kurmancî, Zazakî, Goranî / Hewramî, Lorî têne axaftin. 

Li gorî hin çavkaniyan ve di pergela baweriya Xorasanê de bandorên çand, ol û ramanên ku beriyê Zerdeştî jî xuya dibin, hin çavkaniyan jî dibêjin ku wek dîrokî, baweriya Êzidî ji gelek aliyên ve wek hev e. Baweriya helbestvan û ramangêrê mezin Baba Tahirê Uryanê (Hemedanî) jî Ehlî Heq e û gelek helbestvan, ramangêr û zanyar bandorê wî mayine..

Kurdên Elewî, ji herêmê Xorasanê ve berî bi sedan salan hatine û bi demê re bicihbûne û bi çand û baveriya xwe dijiazyan e. Hin lêkolîner jî dibêjin Kurdan li herêmê di 1300 salan ve dijîn. Kurdên Xorasanê îro jî di Bakurê Rojhilatê Îranê de, li sînorê Tirkmenistanê dijîn û hejmara gelheyên wan ên tên zanîn nêzîkê 2 mîlyon e. 

Muzîk, wêje, çand û xalîçeyên Xorasanê navdar in û di muzîkê de erbane û setar û tembûr gelek tê bikaranîn. Ev di salên dawiyê de li ser muzîk û rîtuelên herême ve gelek xebatan (belgefîlm, tez, pirtûk, lêkolîn) hatiye kirin û hejmarên ev lêkolîn ên hatine kirin her ku diçe zêde dibin.

Li herêma Xorasanê, wek dîrokî û kevneşopî ji gelek hunermend û muzîkvanan derketî ne û ji nû jî derdikevin. Yalda Abbasî, Koma Heray, Kayhan Kelhor, Sima Bina, çend ji hunermend û komên herî navdar in, di awazên stranên Xorasanê de; dengên hilm û rengên xwezaya jiyanê tê bihîstin û hest û ramanên êş, hez, hêvî, evîn, keser (hesret), bêrîkirin û jiyanê wekî avên çemê zelal diherikînin.

 

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz