Kurdên Misrê di festîvalekî de gihîştin hevûdû
Li bajarê Faqûs yê Misrê ku piraniya xelkê wê bi eslê xwe kurd in, di festîlvalekî  balkêş de hatin gel hev.
11.09.2018

Rizo XERZÎ

IMPNews - Li bajarê Faqûs yê Misrê ku piraniya xelkê wê bi eslê xwe kurd in, di festîlvalekî  balkêş de hatin gel hev. Di vê civîna yekem ya kurdên Misrê de nûnerê kurdên ji 11 bajarên cuda yên Misrê li bajarê Faqûsê li hev civiyan. Kurdên li Misrê dijîn bi paşnava El Kurdî tê nasîn ev paşnav wek nasnameya malbatî ye jî. 

Li gor dîmen/nûçe ya NRT di nava nûnerên kurdan ên 11 bajaraên Misrê de gelek kesayetên siyasî û akademîk jî hebûn. Civîna ku li jêr ala Kurdistanê û posterên Abdullah Öcalan û Celal Talabanî de pêk hat de jin û mêr bi hevre govendên kurdî bal dikşînin. 

Yek ji beşdarên ku bi erebî diaxife ji kamerayê re wiha dibêje: “Armanca me wekî malbata El Kurdî ji vê civînê ew e ku em alîkariya hev bikin û em çi mirovekî xwe yê hewcedariya wî bi alîkariya heye bi tene nehêlin.”

Dîroka belavbûna kurdan li Misrê vedigere sedê salan, bi taybetî di dema dewleta Eyûbiyan de. Kurdan rola xwe ya girîng di hemû warê jiyanê de hebû. 

Yek ji beşdaran jî dibêje: “Dîroka hatine kurdan ya Misrê ji 3-4 pêvajoyan pêk tê. Destpêk di  sala b.z 1500 de (Noferit/Nefertiti) ku cara yekemin banga ji bo tewhîdê hate kirin, di dema hazretî İdrîs de.”

 

Kesên ku tevli vê civînê bûn biryar dan ku civîneke giştî û bi tevlêbûneke xurtir were lidarxistin her wiha biryar dan ku hin sazî û dezgehên kurdan li wir damezrînin.

Wek ku tê zanîn p.z di sedsala 11 û 12’an de Selahadîn Eyubî li Misrê navendeke împaratoriyeke kurdî/islamî damezirandibû û ji Kurdistanê gelek eşaîrên kurd koçî Misrê kiribûn. Heta niha jî gelek kurdên ku ji malbata Salahadîn û Bedirxaniyan ne, li Misrê dijîn. 

Video ya NRT: 

https://www.facebook.com/ROJAVAALHRA/videos/1737168969665084/

 

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz