Li asîmanên Tirkiye û Amerîkayê Tofana Hesinî!
Rayedar, siyasetmedar û stratejên Tirk çima hemû têkçûnên xwe yên siyasî û aborî dixin stûyê Amerîkayê? Pastor Brunson an jî Fetullah Gulen sedemê rasteqîn in di xerabûna dostaniya herdû aliyan de an jî ew tenê qodên dijmintiya nû ne?
12.08.2018

Faysal DAĞLI

Dem 23 Gulan a 2007an e. Cîh derdora Kerkûkê ye. Leşkerên Artêşa Tirk yên li heremê, leqayê êrişa Amerîkiyan hatine. Di CNN İnternationalê de nûçeya bûyerê tê ragehandin: ’’Li Bakûrê Irakê şer derket. Leşkerên Tirk û Amerîkî lihevdidin. Heta niha 35 Tirk û 13 Amerîkî mirin.’’

Wezîrê Parastinê Rumsfeld tevî Serfermandar General Howard Strike derbasî ofîsa Bush dibe û dibêje: ‘Serokê birêz Operasyona Tofana Hesînî destpêkir.’ 

Balafirên Amerîkî 4 katjimêr İstenbolê didin ber bombeyan, bajêr kavil dikin. Leşkerên Amerîkî heta Enqerê xaka Tirkiyê dagir dikin. Li ser vê yekê casûsekî Tirk dû bombeyên Atomî derbasî Amerîka dike û li Washingtonê bombeyekî nukleer diteqîne. 

Çîrok her wiha didome. Helbet di dawiya dawîn de hêz û xezeba xedar ya Tirk ya zora Amerîkiyan dibe û Amerîkî teslîmê Tirkiyê dibin. Romana bi navê ’’Tofana Hesinî’’ ku ji alî nivîskarekî Tirk ve hatiye belavkirin; hêst, hêvî û tirsa Tirkan bi kirtahî wiha tîne ziman. Balkêş e ev roman çend sal berê hat weşandin û di carekî de li Tirkiyê bû yek ji pirtûkên ku herî zêde tê xwendin. 

Herçend ev seneryo ya jorê ji romaneke fantastîk be jî û sala 2007’an gelek li pey me mabe jî û qahremanên Tirk bombeyên atomî navêtibin Amerîka jî, li kolanên Tirkiyê dijî Amerîka hêrs û nefreteke atomî belavdibe. Bi taybetî piştî karesata zibilbûna Lîrayê Tirk, niha kîn û nefreta dijî Amerîka ‘out’ hêzkirina Rûsya û İranê ‘in’ e! 

Gelo çi bû ku ev herdû dewletên hevkar yên nêzîk, di carekî de bûn ‘dijminê’ hevûdû? Çawa dibe ku bi gotina Generalekî Tirk “doxîna leşkerên xwe jî ji Amerîka distendin” hatin van rojan? 

Pastor Brunson an jî Fetullah Gulen sedemê rasteqîn in di xerabûna dostaniya herdû aliyan de an jî ew tenê qodên dijmintiya nû ne? Di daketina nirxa Lîrayê Tirk de li beramberê Dolar tesîra Washingtonê rasterast heye? Gelo mesele operasyona aborî an jî şerekî siyasî ye? 

Çi bi serê ‘hevkariya stratejîk’ ve hat?

Dema mirov li têkiliya aliyan ya piştî sala 1999’an temaşe dike, dibîne ku beriya damezirandina hikûmeta AKP’ê, danûstendin û dostaniya navbera Amerika û Tirkiyê dest bi sarbûnê kiribû. Hîn wan rojan têkiliyên Komara Tirk û Amerîka îstîqrara xwe wendakiribû. Piştgiriya Washingtonê ya damezirandina desthilata AKPê esasen tedbîrek bû ku ber li xerabûna vê têkiliyê bigre, heta rêvebirên Amerîkî rola modelbûna li Rojhilata Navîn bo alema Îslamê spartibûn partiya Erdoğan û di Proje ya Rojhilata Navîn ya Mezin de hêviya xwe bi vê partiyê ve girêdabûn. Lê ev yek, heta rûniştina Erdoğan ya ser textê Enqerê ajot û paşê ajandaya xwe derxist û wek dînametîkî avêt ser vê têkiliyê. Bi vî awayî di navbera ev dewletên ku ’’hevkarên stratejîk’’ bûn, bayê sar yê pêşiya bahozê rabû. Diyar e êdî ‘stratejiya’ ku herdû aliyan kiribû hevpar û hevkarê hevûdû reng guhertibû. Di çaryeka dawîn ya sedsala borî de rola Komara Tirk ya di nav NATOyê, şerê sar û têkoşîna îdeolojîk de gelekî girîng bû. Piştî têkçûna sîstema sosyalîst ya Sowyetê reng guherî. Erdnîgara Tirkiyê girîngiya xwe ya jeostratejîk û artêş û pergala Tirkiyê di bazara dengeyên leşkerî û siyasî de qîmeta xwe wendakiribû. 

Tirkiyê ji bo NATOyê êdî ne welatê cephêyî bû. Piştî îflasa sosyalîzma real, di şerê sar de jî girîngî bi kembera kesk û generalên antî komunîst nemabû. 

Piştî belavbûna Pakta Warşowa, konsepta NATOyê jî guherî. Sînorê Tirkiyê bi Rûsya re nema. Welatên Sowyetê yên kevn ku sînordarên Tirkiyê ne; Gurcîstan, Ermenîstan û Bûlgarîstan bûn berendamên NATOyê û gelek ji welatên kevn yê Pakta Warşowayê ketin nav Yekîtiya Ewropa û NATOyê. 

Li aliyê din li cîhanê trenda demokratîkbûnê destpêkiribû. Nirxên nû yê alema rojava li ser ‘demokratîzekirina cîhanê, têkbirina rejimên dîktatorî û rêzgirtina li mafê mirovan’ bû. 

Tirkiye hem ji konsepta kevn ya NATOyê û şerê sar derketibû û ji ber pirsgirêkên Kemalîzm û Kurdistanê li dervayê çarçova nirxên cîhana nû û trenda nû de mabû.

Bi vî awayî Pentagonê êdî pêwîstî nedidît ku doxîna leşkerên Tirk jî peyda bike. Vêca Generalên Tirk ji bo forma kevn ya têkiliya bi Amerîka û NATOyê re bidomîn, amade ne ku bê doxîn bimînin An jî ew jî wek Erdoğan bawer dikin ku ‘wê ji xwe re dost û mutefîkên nû’ pedya bikin?

Niha di dostaniya navbera Tirkiye û Amerîka de jî payiza reş destpêkiriye û ewrên reş niha li asîmanên Enqerê rûdane. Vêca rejima Tirk, ji bo Amerîka dûrî wan nekeve, wek zarokekî nazdar niha dest bi şantajan kiriye. Lewra Erdoğan dibêje: “Amerîka ji bo papazekî dev ji dostê xwe yên salan berdide.”

Faktorên têkçûnê

Qeyrana yekem di navbera aliyan de di sala 2002an de derket. Beriya destpêka operasyona dagirkirina İraqê, Washigtonê ji Tirkiye alîkarî xwest. Serokwezîrê demê Bülent Ecevit ji niyetên Amerîka ketibûn gumanan. Wî nedixwest Saddam rubixe û li dijî daxwaza Amerîkiyan sekinî. Li ser vê yekê Amerîka berî ku rejima Saddam biruxîne li Enqerê operasyoneke siyasî pêk anî û hikûmeta Bülent Ecevit ji holê rakir. Divê neyê jibîrkirin yê ku hikûmeta Ecevit anîbûn ser hikum jî ew bûn. Amerîkayê dema ku Serokê PKKê Öcalan teslîmê hikûmeta Ecevit kir, partiya wî DSP di hilbijartinên piştî operasyonê de dengên xwe gelek bilindkir û careke din hat ser hikum. Vêca heman Ecevit dîsa bi operasyoneke Amerîkayê beriya destbirakê xwe Saddam Huseyîn ji dika siyasetê hat xistin. 

Helbet Amerîka alternatîfa Ecevit jî amade kiribû. Partiya Tayip Erdoğan bi marîfeta Amerîka li Tirkiyê hat biriqandin û di hilbijartinên Mijdara 2002an de ew anîn ser hikum. Piştgiriya Amerîka ji bo Erdoğan wiha eşkere bû ku, ji AKP re hingê dihgotin “Amerikan Kalkınma Partisi / Partiya Pêşveçûna Amerîka!” 

Lê qazoxa ku AKPê avêt Amerîka li rê bû. Çend hefte berî destpêka operasyona dagirkirina İraqê vê carê hikûmeta AKPê daxwazên Amerîkayê redkir. Hikûmetê ev daxwaza Amerîka bi reya teskereyekî anîbû rojeva meclîsê. Meclîsa Tirk di dengdana Adara 2003an de daxwaza bikaranîna xaka Tirkiye ji bo operasyona İraqê redkir. Amerîkî şaş mabûn. AKPê jî ji tirsa generalan li Iraqê ew tenê hiştibûn. Herçend Amerîkiyan li Silêmanî çûwal derbasî serê efserên Tirk kirin û ew bêrûmet kirin jî, mesela redkirina teskere ya 1ê Adarê li meclîsa Tirk, li Amerîka bû sedemê gumanên mezin. Herwiha çûwalên serê leşkerê Tirk jî li Enqerê li dijî Amerîka bû sedemê nefreteke kûr. Bi vî awayî payiza dostaniya Tirk û Amerîka destpêkir.

Piştî vê yekê di navbera Tirk û Amerîkiyan de nakokiya ‘Pêşniyazqanûna Naskirina Qira Ermeniyan’ derket. Lobiya Ermeniyan ya li Amerîka ji mêj ve ji bo ku Kongre û Seneto ya Amerika ‘Qira Ermeniyan’ nasbike di nav xebat û çalakiyan de ye. Di salvegera ‘Qira Ermeniyan de’ yanê di 24ê Nisanê de komekî parlamenterên Amerîkî wek hersal ji meclîsê re pêşniyazekî pêşkeş kirin û daxwaz ji meclîsê kirin, ku li dijî Ermeniyan, li Tirkiyê di sala 1915an de qetlîamekî pêk hatiye. Li gor pêşniyazê divê Dewleta Tirk jî vê qetlîamê nasbike û mal û warîdatên Ermeniyên maxdûr li wan vegerîne. Di cîvînên komisyonên meclîsa Amerîkî de pêşniyaz hatibû qebûlkirin. Beriya ku peşniyaz were rojewa meclîsê, rayedarên Tirk jî dest bi şantajan kiribûn. Çav li bendê bû, ku meclîsa Amerîka pêşniyazê qebûl bike û ev yek wek qanûn di siyaseta Amerîka de bê pejirandin. Li ser vê yekê Tirkan şûrê xwe kişand û rasterast gotin; “Ger ku Amerîka qetlîama Ermeniyan qebûl bike, emê İncîrlikê bigrin.” Wek tê zanîn, bargeha leşkerî İncîrlik ku li Tirkiyê ye di tedarikkirina lojîstîka hêzên Amerîkî yên Sûriye û İraqê de dewreke girîng dilîze. Ji sedî 60ê lojîstika hêzên li Sûriye û İraqê ji ser İncîrlikê derbasî Rojava, Başûr û İraqê dibe. Li ser vê tehdîda Tirkan, Pentagonê li ser Serok Bush, Bush li ser serokê Meclîsê Pelosî, wê jî li ser mebûsan zextê kir ku pêşniyaza naskirina qetlîamê neyê rojeva meclîse. Bi gotina Pelosî ‘berjewendiyên Amerîka di xeterê de bû.’ Cot standardiya Amerîka û şantaja Tirkan, careke din hestiyê Ermeniyên qetilkirî êşandibûn.

Tirkan piştî ku şantaja İncîrlîkê di pirsgirêka Ermeniyan de bikar anîn û tesîra wê dîtin, vê carê heman şantajê di pirsgirêka PKK/Kerkûk/Li Başûr Dewleta Kurd de bikar anîn. Rayedarên Amerîkî ji neçariyê, şantajên Tirk di asta ku tê tahamulkirin de dibersivînin. Bi vî awayî Qesra Spî, li aliyekî li alternatîfa İncîrlikê digere li aliyê din siyaseta derve ya Amerîka teslîmê şantajên Tirkiyê dike. Halê hazir, niha Tirkiyê lîsteya şantajê dirêj kiriye û; Derketina ji NATO’yê, stendina moşekên S-400, îttîfaka bi Rûsya û Îranê jî tevlî vê yekê kiriye!

Li aliyê din Amerîka niha bi taybetî di pirsgirêka Rojava û Suriyê de jî bi rejima Tirk re rûberû bûye. Erdoğan jî dibêje yek ji xalên girîng yên nakok ya aliyan, meseleya piştgiriya Amerîkayê ya Kurdên Rojava ye. 

Pirsgireka Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî yek ji xela lewaz ya têkiliyên herdû aliyan e. Dijmintiya general û siyasetmedarên Tirk ya li dijî destkeftiyên Kurdan, berjewendiyên Amerîka wek li Sûriye, li İraqê jî dixe xeterê. Tirk îstîqrara Başûr û Rojava, Sûriyê û İraqê tehdîd dikin û Amerîka heta niha li dijî şantajên Tirkiyê neçar maye. Diyar e ev pirsgirêk jî di encam de wê navbera Amerîka û Tirkiyê xirabtir bike. Rayedarên Amerîkî ger serî ji şantajên hikûmeta Tirk re bitewînin wê li heremê aramî pêk neye. Herçend di meselaya Pastor Brunson û hemwelatiyên girtî de, Washingtonê li dij Tirkiyê helwesetek tûj diyar kiribe jî, Erdoğan êdî ji ya xwe nikare were xwarê. 

Nqteyeke din ya nakok jî têkiliya Tirkiye û İranê ye, ku li Amerîka dibe dive sedemê hêrsek mezin li dijî AKPê. Dema Tirkiyê di proseya ambargoya li ser Îranê de Halk Bankê wek xezîneya Îranê bi kar anîbûn, dadgehên Amerîkî di serî de Riza Zerab û midûrê Halk Bankê girtibûn û darezandibûn. Di vê dozê de tê gotin ku li dijî Erdoğan bixwe jî gelek belge û delîlên bertîl û sûcên dijî Amerîkayê hatine bidestxistin. 

Rayedarên AKPê bi hişkî dibêjin ku wê ambargoya Trump ya ser İranê jî nasnekin. Ji xwe Enqerê demên borî bi İranê re peymana gaza xezayî û xetên petrolê mor kiriye. Di çarçova vê peymanê de wê Tirkiye gaza İranê bistîne û bi boriyan li Ewropayê belavbike. Li aliyê din Trump piştî ku careke din li ser İranê ambargoya aborî danî, duxwaze Tirkiye bi İranê re peymanên wiha neke. Diyar e ku rejima Tirk wê peymana gazê jî wek İncîrlikê li dijî Amerîka bikarbîne. 

Gumanên Amerîka ji têkiliyên Tirkiye yên bi cîhadîstên Sûrî jî hene. Washington van komên çekdar li dijî îstîqrara İsraîlê dibîne. Ev komên ku gelek nêzîkê Tirkiyê ne, xezeba Amerîka û İsraîlê dikşîne. Di vê meselê de vê teriya boxe li İdlîbê biqete, emê bibînim ka terî di destê kê de dimîne!

Pêwîstiya dijminekî!

Pirsgirêkên navbera Washington û Enqerê li Tirkiyê li dijî Amerîka pêla nefreteke nîjadperest rakiriye. Di demên dawîn de şewitandina alên Amerîka, dolarê wan, fîlm û romanên dijberên Amerîka, nûçe, axaftin, çalakî û dirûşmên dijberên Amerîka li Tirkiyê bûye modeya siyasî. Rayedar, siyasetmedar û stratejên Tirk hemû têkçûnên xwe yên siyasî dixin stûyê Amerîkayê. Li gor wan, dolar berz bibe sûcdar ew in, nirxê pereyê wan dakeve dîsa sûcdar ew in, li pişt PKKê, li pişt Başûrê Kurdistanê, li pişt hewldana derbeya 15ê Temûzê, li pişt cemaeta Gulen, li pişt Ermeniyan Amerîka heye. Li pişt têkçûna têkiliyên bi Yekitiya Ewropa re jî Amerîka heye, Amerîka duxwaze Tirkiyê perçe bike! Li Tirkiyê baran nabare sûcdar Amerîka ye, lewra ew berê ewrên baranê diguhure, erdhej çêdibe sûcdar Amerîka ye, ji ber ku Amerîka di binê xaka Tirkiyê de cîhazên erdhejê bikartîne uhw... Hasilê kelam ‘hemû xirabî ji îblîsê mezin Amerîka dertê!’

Ji ber ku ji tirkên kolanan re dijminek lazim e, divê hemû kêmasî, xeletî, ahmaqi ya li Tirkiyê hene têxin stûyê dijminekî û kela tirkayetî yê bilind bikin da ku kolan binalin: Gahrolsun Ameriga! 

Rayedarên Tirk ev nefreta kolanên Tirkiyê jî difroşin Amerîkiyan! Li gor wan ger Amerîka bi ya wan neke, wê li Tirkiyê li dijî Amerîka dijberî bilind bibe û dewlet nikaribe ber li vê yekê bigre. Hikûmet bi awayekî li Amerîka şantajê dike, generalên Tirk bi awayekî din: Hikûmet peyam dide Washingtonê ku; ger Amerîkî, berjewendiyên Tirkiyê neparêzin wê nîjadperest û artêş têkiliya herdû dewletan xerabikin. Artêş li aliyê din di binî de peyam dişîne Amerîkiyan ku ew berjewendiyên Tirkiyê neparêzên wê İslamî û AKP, têkiliyên bi Amerîka re xerabikin. Bi vî awayî navbera herdû aliyan bûye girara qereçiyan!

Ji tecrûbeyên dîrokî diyar e ku şantaj li Tirkiyê alawê herî erzan e û ji aliyê Tirkan ve bi awayekî bê usûl tê bikaranîn. Dewlet û kesên ku serî li hember şantajên wan tewandine, careke din bi wan re serî dernexistine. Gelo Trump’ê ku di eyarê Erdoğan de ye, wê bi wî re karibe qayişê bike an na, emê bibînin!

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz