Rûxana rejîmê dest pê kiriye
Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hîcrî rewşa dawîn ya Îran û Rojhilatê Kurdistanê û hewldan û xebatên nav welat û hevkariya nav partiyên kurd yên Rojhilat ji bo İMPNews’ê nirixand
11.08.2018

Faysal DAĞLI

IMPNews - Serokê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê (PDK-Î) Mistefa Hîcrî rewşa dawîn ya Îranê, Rojhilatê Kurdistanê û hewldan û xebatên nav welat û hevkariya nav partiyên kurd yên Rojhilat ji bo İMPNews’ê nirixand

Hîcrî di derbarê ambargoya Amerîkayê ya ser Îranê de balê dikşîne ku ev yek derbek e giran e ku li aboriya lawaz ya Îranê û encama van dorpêçan dibe sedema zêdetirbûna asta bêkariya xelkê, giranî û jidestdana Tûmenê Îranê.” Li gor Hîcrî, ew rewş dibe sedema nerazîbûna zêdetir ya xelkê Îranê û piroseya rûxana rejîmê dest pê kiriye.

Hîcrî dibêje; “di dawiya vê piroseyê de ku herifîna rejîmê ye, girêdayî ye bi hatina ser kar ya rêberiyeke cihê baweriyê, ku bikare nerazîbûna organîze bike, karibe bibe altirnatîv bo Îranê û derve” û didomîne; “mixabin heta niha alternatîveke bi vî rengî pêk nehatiye.”

Hîcrî derbarê mudaxelaya rejima Îranê ya ser Suriyê de balê dikşîne ku Îran dixwaze li Sûriyê xwe bihêz bike û bikaribe li dijî Îsraîlê pîlanên xwe bi kar bîne. Serokê PDK-Î dibêje; Îran dixwaze bê astengî bi riya bejahî ve, ji Tehranê bigîje Sûriyê û Hizbullaha Lubnanê. Li gor Hîcrî, Tahran hewldide ku Kurdên Rojava nikaribin li ser xaka xwe bibin xwedî deshilat, ji bo vê jî bandoreke zor li ser hikûmeta Sûriyê dike. 

Hîcrî derbarê çalakiyên partiya xwe ya li Rojhilat jî balê dikşîne ku di sê salan dawîn de Pêşmergeyên wan di nava xelkê de amade bûne û her niha jî gelek Pêşmergeyên bajaran bi kar û tekoşîna di nav welat de mijûl in.

Serokê PDK-Î, li barê hewkariya hêzên Rojhilat de dibêje, wan gelek hewl dane, da ku di navbera hizbên Rojhilat de navendeke hevkariyê pêk bînin û niha pêwendiyên wan baş e. Ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge jî hewlên wan berdewam de. Hîcrî dibêje bi PJAK’ê re ti pêwendiyan wan nîn in. 

Serokê PDK-Î Mistefa Hîcrî pirsên IMPNews’ê bersivandin. 

-Piştî hatina Trump, têkiliyên Washington û Tehranê careke din xera bûn, niha herdû alî li hevûdu gefan dixwin. Îran demeke di nav qeyraneke mezin ya siyasî û aborî de ye. Civak ne murteh e, li gelek deveran protesto hene. Ji layê we wênaya Îranê çawa tê dîtin, dema hûn li Îranê temaşe dikin çi dibînin? Bandora zextên Amerîka li ser rejima Îranê wê çi tesîrî bike? Eger aboriya Îranê xirabtir bibe, mumkin e ku gel bi giştî ser hilde li dijî rejîmê û rejim birûxe?

Me jêve ye ku kirîza aborî, civakî û siyasî ya Îranê ku encama nêzîk bi 40 salan deshilatdariya hikûmeta Îslamî ye, gihîştiye astekê ku rejîm ne tenê her nikare çareser bike, belku roj bi rojê asta kirîzan zêde dibe. Sedema vê rewşê jî vedigere ser îdeolojiya paşvemayî ya vê rejîmê ku siyaset, aborî û pirsên civakî di çarçoveya vê îdeolojiyê de dibîne, îdeolojiyek ku tu çareseriya wê ji bo kirîzên wê serdemê tune ye û bi xwe kirîzafir e. 

Ew dorpêçên Amerîkayê jî ku di meha Novamberê de, vedigerin ser neft û gaz û …hwd, dibin sedema vê ku kompaniyayên mezin û girîng pirojeyên xwe ji Îranê vekişînin, bona vê ku nekevin ber dorpêçên Amerîkayê. Di encama van dorpêçan de, bankên xwedîhitbar û mezin ên Amerîkayê û Ewropayê jî danûstandinê digel Îranê nakin û ew yek jî dibe sedema vê ku Îran di warê transîta Dolarê ve paş bimîne, ji bilî vê yekê Amerîkayê ragehandiye ku şandina nefta Îranê ku niha di rojê de, nêzî 2.4 milyon bermîl e bigehîne sifrê. Ew yek jî derbeke giran dibe ku li vê aboriya lawaz ya Îranê dikeve. Encama van dorpêçan dibe sedema jêhelçûna rojbiroj zêdetir ya asta bêkariya xelkê, giranî, jidestdana Tûmenê Îranê, ku her di heyama şeş mehên borî de, zêdetir ji %50 bûhaya xwe li hemberî Dolar de ji dest daye. Ew rewşa dibe sedema nerazîbûna zêdetir ya xelkê Îranê û piroseya rûxana rejîmê dest pê dike. Xala dawiyê ya vê piroseyê jî ku herifîna rejîmê ye, girêdayî ye bi hatina ser kar ya rêberiyeke cihê baweriyê, ku bikare nerazîbûna organîze bike, ji aliyekî din ve bikare bibe alternatîveke cihê baweriyê bo navxwe ya Îranê û derve, ku mixabin heta niha alternatîveke bi vî rengî pêk nehatiye. 

-Niha bi giştî li nav welat rewşa rejimê çawa ye? Du salên dawîn de li Kurdistanê jî gelek protesto û çalakî hatin lidarxistin. Herwiha çavê hemû kurdan jî li Rojhilat e. Li gel ew çend zilm, sêdaredan, kuştin û zextên rejimê, kurdên Îranê wek beşên din ne çalak in. Ev dîtin rast e? Hege rast be, çima siyaseta Rojhilat têra xwe ne çalak e?

Kurd di Rojhilata Kurdistanê her di destpêkê de li jêr zextê de bûye û hatiye piştguhxistin. Xwendin bi zimanê Kurdî di xwendingehan de qedexe bûye û kultur û dîroka Kurd bi awayekî pilandarêjkirî berevajî hatiye nivîsandin û nîşandan û asîmîlasyona Kurd gellek bi tundî berdewam dike. Hejmareke zaf ji çalakên siyasî ên Kurd hatine îdamkirin, yan jî niha di girtîgehan de ne, lê bi vî halî jî Kurd di Îranê de qet neketiye qedeman û berdewam bona bidestxistina azadiya xwe xebat kiriye. Niha jî Kurdên Rojhilat li ser xebata li dijî rejîma Îranê gellek çalak e. Ew şêweya xebatê jî gellek bi awayê veşartî û nepenî bi rê ve diçe, heta ku eşkere. Jiber ku rejîma Îranê ji vê şêweya xebatê gellek ditirse û gellek bi tundî serkut dike. 

-Rejima Îranê li Sûriye li pey çiye? Çi tesîrek Tahranê li ser siyaseta rejima Şamê ya dijî Kurdên Rojava heye?

Rejîma Îranê dixwaze ku li Sûriyê de xwe bihêz bike û bimîne bona vê ku bikare li dijî Îsraîlê pîlanên xwe bi kar bîne, ji aliyekî din ve jî alîkariyên xwe bi bê astengî ji riya bejahî ve, ji Tehranê bigehîne Sûriyê û li wir jî bigehîne destê Hizbullaha Lubnanê. Ji bilî vê yekê bikare rasterast bandorê danê, ku Kurdên Rojava nekarin li ser xaka xwe bibin xwedî deshilat, eva jî bi sedema bandoreke zor ya Îranê ye li ser hikûmeta Sûriyê, ku alîkariyeke zaf ya hikûmeta Beşar Esed kirin, bona vê ku di deshilatê de bimîne.

-Partiya we ji salên 1990’an heta du sal berê got; ‘Ji bo li ser Başûrê Kurdistanê zextan neke hûn dest ji xebatên leşkerî berdidin.’ Kurdên Rojhilat li nav welat demên dirêj bê serokatiya siyasî ma. Niha jî zextên rejima Tahranê (wek mînak di dagirkirina Kerkûkê de hêzên îranê rola sereke lîstin) li ser Hewlêrê didome. Aya hesasiyetên we guherîn an jî konjonkturêk din derket meydanê, wê helwesta xwe guhert? 

Rast e ku partiya me bi salan bû ku li ber parastina Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî pîlanên rejîma Îranê xebata çekdarî ragirtibû, herçend ku rêkxistina xelkê û endam û alîgirên PDK-Î berdewam bû, lê di sala 2016`an de ku me pêşbîniya guherînkariyan di Îranê de kir û ji me re eşkere bû ku rejîma Îranê ber bi qeyran û arîşeyên mezin ve diçe, me xelkê xwe di Rojhilata Kurdistanê organize kir û bona vê ku xebata çekdarî jî heke hewce bike, bi rê ve bibe, bo piştevaniya ji xebata cemawerî û medenî li bajaran. Di van sê salan de Pêşmergeyên me di nava xelkê de amade bûne û her niha jî hejmareke zaf ji Pêşmergeyên bajar mijûl in kar û tekoşîna xwe di nav welat de bi rê ve dibin. 

-Partiya we çi pilan daniye ji bo Rojhilat, xebatên we niha bi çi şêweyî didomin li nav welat de?

Em kar dikin bona pêkanîna Îraneke demokratîk û federal piştî herifîna rejîma Komara Îslamî, di vê Îranê de hemû neteweyên wekî; Kurd, Tirkên Azerbaycanê, Ereb, Belûç û Turkemen, hikûmeta xwe ya xwecihî hebin, ku birêveberên van hikûmetan bi dengê azad ê xelkê xwe bêne hilbijartin û Kurd û neteweyên din wekî hevwelatiyê pile du nehêne dîtin û nehêne piştguhxistin û xwendin bi zimanê dayîkê be. 

-Li Rojhilatê Kurdistanê niha di warê siyasî û leşkerî de çi diqewime? Çendin car in di navbera hêzên we û hêzên rejimê de şer qewimî, we sala borî dema ku we Peşmerge şandin Kurdistanê gotibû ku hûnê ‘êrîş nekin, tenê xwe biparêzin.’ Ev şer çima diqewimin? 

Rast e di sê salên borî de, çendîn şer û pevçûn di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên rejîma Îranê rû dane, sedem ew e ku rejîmê nedikarî tab û tehemul bike, ku Pêşmerge bi çek ve di navxwe ya welat de û di nav xelkê de amade be, lewra êrîş dikin ser Pêşmerge. Heke ew yek nebe, em dixwazin ku Pêşmergeyên me di nava xelkê de karê rêkxistinê bikin û piştevanê xebata cemawerî ya wan bin. 

-Hevdîtinên di navbera partiyên Rojhilat di çi astî de ne. Du sal in, di nava PDK-Î - HDK û Komeleyan de hewlên yekgirtina hêzên leşkerî hebûn, di vê babetê de çi pêşveçûnek heye?

Me hewleke zaf da, da ku di navbera hizbên opozisyona Kurdî ya Rojhilat navendeke hevkariyê pêk hat û niha pêwendiyên me bi hev re gellek baş e û karê hevpar jî me bi hev re heye, lê ew hevkarî carê negihîştine vê astê, ku hêzên Pêşmerge yek bigrin, lê hewlên me bo vê armancê jî berdewam dibin û hêvîdar im ku em di vî warî de jî ber bi pêş ve herin. 

-Têkiliyên we bi PJAK’ê re di çi astî de ne? Hûn amade ne li dijî rejimê hevkarî bikin bi PJAK’ê re?

Digel PJAK`ê tu pêwendiyeke wisa me nine.

-Tehranê siyaseta Kurd û hemû dijberên xwe wek casûsên Amerîka binav dike. Amerîka an jî Siûdî an jî welatên din, yên dijberên Îranê ji bo hûn li dijî rejimê şer bikin, bi we re têkilî danîne? Hun wek hêzên Rojhilat ji hevkariyên navnetewî re amade ne?

Em di rewşekê de ku di berjewendiya xebata Kurd de be, me amadeyî heye bo wergirtina piştevaniya navneteweyî bi armanca pêşvebirina xebata neteweyî li dijî rejîma Îranê. Em wekî PDK-Î digel Amerîkayê jî me pêwendî heye, lê heta niha tu dewletekê alîkariya me nekiriye. 

-Di navbera Kurdan û muxalîfên rejima Îranê de, çi têkilî an jî hevkariyek heye gelo? 

Di navbera hêzên opozisyona Kurd û hejmarek ji hizbên dijberî Komara Îslamî pêwendî û hevkarîkirin pêk hatiye û niha em hewldidin ku vê pêwendîkirinê berfirehtir bikin.

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz