Dû welat dû komkujî
Dema ku min koçî Almanyayê kir, min di derheqê komkujiya 1915’an ku bû sedema qirkirina ermeniyan tu pirtûkeke ku derew tê de tune be nexwendibû. Lê min bi tecrûbeyên xwe dizanî ku civaka tirk hafizeya xwe wenda kiriye û “bîranîn qedexe kiriye.”
11.08.2018

Doğan AKHANLI

Ger ku ez koçî Almanyayê nebûma, bi îhtîmaleke mezin, min ê têkiliya di navbera pêşeroja xwe, bîranînên xwe, têkiliya di navbera pêşeroj û bîranînên kurd, ermenî, elewî, mûsewî û rûman de, fêm nekiribûya. Ne mimkûn bû ku min cudatiya di navbera wan de fêm bikiraya. Wê tu haya min ji mînaka “baxçevan-baxçe” tunebûya, min ê zû bi zû fêm nekira ku tişta bû sedema komkujiya ermeniyan a 1915’an “Ne serhildana ermeniyan e”, berevajî vê, sedem projeya avakirina dewleta “tirk-misliman-sûnî” ya Jon Tirkan e. (Prof. Dr. Mihran Dabağ) Bi avakirina “baxçeyê” bi navê Komara Tirkiyeyê re, min ê fêm nekiribûya baxçevan çima kulîlkên kurdan dişikêne, û min ê nikarîbûya komkujiya “Dêrsim 38” zû bi zû weke jenosîd qebûl bikiraya. Digel asîmîlasyona bêrehm û radîkal min ê zû bi zû fêm nekira ka Kurdan çima nedixwast bibin tirk û li ber xwe didan. 

Dema ku min koçî Almanyayê kir, min di derheqê komkujiya 1915’an ku bû sedema qirkirina ermeniyan tu pirtûkeke ku derew tê de tune be nexwendibû. Lê min bi tecrûbeyên xwe dizanî ku civaka tirk hafizeya xwe wenda kiriye û “bîranîn qedexe kiriye.” (Mithat Sancar) Hêj di ser re zêde wext derbas nebûbû, di dema cûntaya 1980’yê de pêncsed hezar kes hatin girtin, hema hema hemû rastî îşkenceyê hatin, bi hezaran ji wan hatin kuştin lê digel vê yekê jî ev tişt li ber çavên herkesî dihatin înkarkirin. Lewre, digotin Tirkiyeyê peymana navnetewî ku îşkenceyê qedexe dike îmze kiriye û îşkence li gorî qanûnan qedexe ye! Lê em hêj li jiyanê bûn û me bîranînên xwe di quncikên nepenî yên binhişê xwe de veşartibin jî; mesela dema ku derî şidî tê girtin, an jî dema ronahî bê tefandin, yek çêrî yekî bike, dema ku di fîlman de şimaqekê li jinekê bidin, dema ku zaroka jineke ducanî ji ber wê biçe, dema ku dengê zarokekî ku digirî bê guhê me, dema ku mêrikek serxweş di otobosê de li ba me rûnê, em nikarin xwe li ber bîranînên xwe bigirin. Tu dixwazî bi riya bêhnê, dixwazî bi riya deng, wêneyan, dîmenên ku em naxwazin bêne bîra me, tim û daîm em ji cihê me dibirin û bi awayeke şilf û tazî diavêtin nava civakeke ku hemû mêr in û biyanî ne.  Me nedixwest ku em bizanibin ku ev dîmen dê tu caran ji ber çavên me, ji hişên me neçin. Tekane riya berxwedanê jî ev bû; divê me hewil bidaya ku em bikaribin bi bîranînên xwe re bijîn. Almanyaya ku ez koçberî wir bûm û welatê jidayîkbûna min Tirkiye, bi sedan sal bûn ku dostên hev bûn. Dema ku Kraliyeta Prûsyayê, Mareşal Helmut Graf von Moltke di salên 1835-1819’an de artêşa osmanî modernîze kir, di heman demê de di têkbirina serhildanên Kurdan de jî roleke sereke girtibû. Dema ku di Şerê Yekemîn ê Cîhanê de Cemiyeta Îttihat û Terakiyê li hemberî ermeniyan komkujiya ewil a sedsalê pêk dianî, Almanya dîsa dostê wan bû. 

Di sala 1938’an de li Almanyayê zagonên nijadperest ji zû ve ketibûn merîyetê, roja 9/10’ê îlona ku bi navê “Şeva Krîstal” kete dîrokê, bi bernameya cihûyan, hatibû eşkerekirin ku li Almanyayê ji cihûyan re cih tune ye. Tam wê çaxê li Dêrsimê kurd rastî komkujiyan tên, zarokên ku malbatên wan hatine kuştin bi taybetî jî zarokên keç weke ewlad didin leşkerên payebilind û Ataturk “Mîsyonerên Tirk” dişandin rojhilatê.  

Pêşeroja herdu welatan jî bi travmayan tijî bû. Lê digel hevkariya sûcê dîrokî, di navbera herdu welatan de cudahiyên sereke jî hebûn. Almanya li ser sûcên xwe yên dîrokî disekinî, berpirsîyariya xwe bi cih dianî, ev rûyê wê yê xweşik bû. Lê digel ku komkujiya ermeniyan li ser rûyê cîhanê ji du komkujiyan hebeke sereke bû û bi awayeke zanyarî pir baş hatibû lêkolînkirin jî Tirkiyeyê ev komkujî înkar dikir û nêzî rûbirûbûyinê nedibû. Yên ku hewil didin Tirkiye bi pêşeroja xwe re rûberîhev be jî tê de, rewşenbîrên Tirkiyeyê jî xwe ji bikaranîna peyva “komkujiyê” bi dûr dixin. Halbûkî peyva komkujiyê ji hovîtiya bûyerê zêdetir, bi karekterê bûyerê re têkildar e. Ji ber vê yekê ye ku bûyera 20 milyon gundiyên Çînê ku di salên 1960’î de ji ber polîtîkaya Mao ji birçîna mirin, weke komkujî nehate binavkirin lê li Srebrenîcayê heft hezear bosnayî hatin qetilkirin, ev weke komkujî hate binavkirin. Piraniya hincetên kesên ku komkujî înkar dikin ev e; dibêjin Tehcîra Ermeniyan beriya Peymana Komkujiyê ku di 1948’an de pêk hat qewimiye. Pir eşkere ye ku ev hinceteke pir eletewş e. Lewra Holocaust jî di 1941-45’an de pêk hatiye lê ev yek tu caran nayê hişê dîroknas, hiqûqnas û polîtîknasên tirk ku ji her tiştî haydar in. Rastî ev e; rave û peymanên komkujiyê bi vekolîna Komkujiya Ermeniyan hatiye pêşxistin.  

Têgeha komkujiyê û Lemkîn 

Têgeha komkujiyê cara ewil di sala 1944’an de, ji aliyê Paphael Lemkînê polonî ve (1900-1959) ve hate bikaranîn. Darizandinên ‘’Dîwan-i Harb’’ ku di 1919’an de li Stenbolê pêk hat û têgeha “Sûcê ku li dijî mirovahiyê hatiye kirin” li wir hate bikaranîn, hêj di nîvesalên 20’î de bala Lemkîn kişandibû. Ev darizandin di 5’ê Tîrmeha 1919’an de bi encam bû. Bersûcên ku dihatin darizandin, bi sûcê “Tirkiyeyê xistine nava Şerê Yekemîn ê Cîhanê û şikestek li ermeniyan xistine” hatin sûcdarkirin. Enver, Talat, Cemal Paşa, Dr. Nazim, li gorî paragrafa 1’emîn a xala 45’an bi sêdarê hatin mehkûmkirin. (Dr. Bahaaddîn Şakir jî di Doza Xerpêtê de bi sêdarê hate mehkûmkirin.) Endamên din ên desteya wezîran her yek ji wan bi deh sal cezayê “bêrê” hatin mehkûmkirin. Sê kes ji wan hatin darvekirin. Nusredê Ruhayî, (Li Ruhayê navê wî li dibistanekê danîne) Qeymeqam Kemal (Li Boğazlayanê li ser navê wî abîde danîne),  Fermandarê Cendirmeyan ê Erzinganê Hafiz Abdullah Avni (Hayran Baba). 

Di sala ku Lemkîn dest bi xwendina xwe ya hiqûqê kir, organîzatorê sirgûna ermeniyan, Wekîlê Dahîliyeyê û Serokwezîr Talat Paşa di 15’ê adara 1921’an de li Berlînê, ji aliyê Tehlîrîanê Soghomon ve hate kuştin. Lemkîn, piştî wê bi salan di derbarê bûyerê de ev şîrove kir: “Doza Talat Paşa a 1921’an pir tişt hîn kirin. Mêrikek ku dêya wî di komkujiyê de hatiye kuştin (Soghomon Tehlîrîan) Talat Paşa dikuje. Binêrin ez weke parêzerekî fikirîm ku, divê sûcek ne ji aliyê qurbanî ve ji aliyê dadgehê ve, ji aliyê hiqûqa netewî ve bê cezakirin.”  Lemkîn, tesîra Tehcîra Ermeniyan a li ser Peymana Komkujiyê bi van gotinan tîne zimên: “Êşa jin, mêr û zarokên ermenî ku avêtin çemê Firatê û di riya Deyrülzor’ê re hatin qetilkirin, bûn riya qebûlkirinê ya amadekariya Peymana Komkujiyê.” Têgeha komkujiyê di 18’ê cotmeha 1945’an de, di angaştnameyên Dadgeha Nûrbergê de tê bikaranîn. Yekemîn belgeya fermî ku tê zanîn ev e. Raphael Lemkîn ku têgeha komkujiyê bi kar anî û peymana komkujiyê bi saya serê wî çêbû, ji xeynî bira, birajin û du biraziyên xwe, hemû xizmên xwe di Holocaustê de ji dest da. Lemkînê ku salên xwe yên dawî di nava xizaniyê de derbas kirin, nekarî weşanxaneyek peyda bikiraya ku pirtûka wî ya sê cîld a bi navê “Dîroka Komkujiyê” çap bikiraya. Li ser kêla Lemkînê ku di 1959’an de li New Yorkê di nava xizaniyê de mir, wiha dinivîse: “Father of the Genocide Convention”.

Tecrûbeya alman

Alman zû bi zû nekarîn bi Holacausta ku sûcê herî mezin û tevlihev ê li dijî mirovahiyê ye re bên rûberî hev. Di biryara 256 rûpelan a Dadgeha Nûrnbergê de ku sûcdarên şer ên Naziyê tê de dihatin darizandin, li ser îmhakirina cihûyên Ewropayê tenê sê rûpel tê nivîsandin. Yanî di rûbirûbûyina almanan a bi dîroka xwe re, rola Dadgehên Nûrnbergê pir bi sînor e. Di 1952’an de ji bo ku Almanya ji perwerdehiya xwe ya civakî û pêşeroja xwe ya Naziyê bifilite, “Bundeszentrale für politische Bildung” (Navenda Perwerdehiya Siyasî) tê avakirin. Ev navenda ku îro jî hebûna xwe didomîne, yek ji saziya herî sereke ye ku bi saya wê Almanya bi pêşeroja xwe re hate rûberî hev. Di 30’ê nîsana 1958’an de, organîzasyona bi navê ASF- Aktion Sühnezeichen Friedensdienste li Berlînê hate avakirin. Ev organîzasyona ku hêj jî hebûna xwe didomîne, her sal ji bo welatên ku Almanya bûn sedema hilweşîna wan her sal “dildarên aştiyê” dişîne. Danezana Sazûmaniyê bi peyva “Em alman” dest pê dike: ‘’Di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de, em bûn sûcdarên gunehên gelek mezin ku mirov nikare bi tu êşên ku mirovahiyê kişandiye re muqayese bike. Bi serhilderiyeke heramî em li dijî xwedê derketin, me bi milyonan cihû qetil kir. Yên ku vî sûcî nekirin jî ji bo astengkirina vî sûcî neketin nava hewldanên mezin.” Di dawiya danezanê bangewaziyeke wiha cih digre: “Ji bo ku gelên ku di bin zordariya me de êş kişandine ji bo ku bibe aştiyeke biçûk, kefareteke biçûk, em ji wan gelan ricayeke wiha dikin; destûr bidin ku em bi destê xwe, bi çavkaniyên xwe, ji bo we gundek, dibistanek, nexweşxaneyek, dêrek ava bikin an jî di karekî ji bo fêdeya cemaweriyê de bixebitin…Em rica dikin (Ji hikûmetan), van hewldanên me nenepixînin û weke tazmîna sûcên me fahm nekin. Em tenê dixwazin xizmeta me qebûl bikin û ji bo daxwaza me ya aştî û xwe efûkirinê bibin alîkar.” Ji salên 1960’î û bi şûn de rûbirûbûyin lezgîntir bû. Teza Fîlozof Walter Benjamîn ku ji tirsa ku wî teslîmê Naziyan bikin dawî li jiyana xwe anî rast derket. Çimkî wî digot ne tenê îro û sibê, mirov dikare dohê jî biguherîne. Alman hînê “şermê” dibin. Lê şerma Auschwîtz’a vî welatê fîlozof û helbestvanan ewqas mezin e ku, çokdanîna Willy Brand a li ber abîdeya Berxwedana Varşova Getto’yê têr nake. Bi lêborînxwestinê, bi hesasiyetên ku li hemberî neo-naziyan û rastgirên radîkal bi pêş xistine namînin. Biwêj û peyvên nijadperest ji zimanê almanî avêtin, lê dîsa nesekinîn û ev yek têr nedîtin. Kampên komelî ên Auschwîtz  Buchenwald, Dachau, Chelmo, Majdanek, Ravensbürück, Belzek, Sobîbor, Trebîlanka, navendên pirsiyarîyê yên berê yên Gestapoyê, veguherandin peykerxane, goristana abîdeyan û mûzeyan. Li ser rêyan kevirên ku li ser -bo nimûne- “Malbata Beharê rûdinişt / 12 Berfanbar 1942”, bo Auschwîtzê hatin nefîkirin / Wenda bûn” dinivîse, raxistin û bi hezaran nivîsên wiha. Ji bo ku qurbanî û kesên nemirine rastî heqaretê neyên, her cure pêşîlêgirtinên zagonî digrin. Li Almanyaya ku veguheriye welatê bîranînê, kirin û perwerdehiyên rûbirûbûyinê yên li ser Holacaustê ne tenê li dibistanan, li hemû fîrmayên mezin ku berê bi Naziyan re hevkarî kirine, li klûbên sporê, heta parlamentoyê û heta hemû sazî û dezgehên civakê belav bûye. Ger îro li Ewropayê rayên herî kêm ên nijadperestiyê li Almanyayê têne sitandin, di vir de rola rûbirûbûyinê bi pêşerojê re heye, ev tecrûbe heye. Tecrûbeya bîranînê ya Almanyayê, mîsogeriya hafizeya erênî ya paşerojê ye û ne tenê ji bo Almanyayê, di asta gerdûnî de jî ev tişt girîng e. 

Tecrûbeya tirk 

Di 5’ê îlona 1915’an de, nûçegihanê Kölnîsche Zeîtung ji Tyszkayê bo Wezareta Karê Derve ya Almanyayê re, ji Stenbolê bi têgeha pir nepenî ye vê peyamê dişîne:  “Ji aliyê ermeniyan ve ji min re, rastiyên jêr ên derbarê taqîbata ermeniyan de tên vegotin. Ev agahî piranî teqes û bi temamî rast in. Li aliyê din jî di warê Pirsgirêka Ermeniyan de tirkên ku mirov bikaribe bi wan re biaxive pir kêm in, mirovên zana ku dinya dîtine jî hemû kesî weke hev dinirxînin, weke naqaratê heman tiştî dibêjin û kîn û nefretê sor dikin: “Divê hemû Ermenî bêne kuştin, ew xayîn in!” Ev belge nîşan dide ku tecrûbeya tirk weke tehdît, nefret û înkar êmaye. Weke rojên komkujiyê, li hemberî mirovên me yên ku li Tirkiyeyê dijîn lê ne tirk û misilman in nefret li pêş e. Ev nefret, gotina “Alman dê cihûyan ji ber Auschwîtz’ê tu caran efû nekin” a psîkanalîstê îsraîlî Zvî Rex tîne hişê mirov. Çimkî cihû kîtabeyên zindî bûn û tim sûcên almanan bi bîra wan dixistin. Alman digel kîtabeyên zindî bi awayekî pir hesas helwêstek bi pêş xistin, gavên girîng avêtin, digel Auschwîtz’ê, ji bo ku sûcên xwe yên li hemberî cihûyan telafî bikin ji xwe re rê dîtin, lê em hêj ji ber kampên koçberiyê, çolên Deyrülzor’ê, ermenî efû nakin. Dema ku ev neefûkirin bi heriya înkar û derewê tê dagirtin, em ne tenê bi awayeke ruhî, em bi awayeke fîîlî jî kujêr diafîrin. Ji ber ku hesaba sûcê herî mezin ê dîroka modern a Tirkiyeyê nehate dayîn, ji ber ku mesafe nexistin navbera xwe û sûcan, ne tenê dewlet û saziyên wê, civak bi xwe jî tim vediguhere girseyeke ku kuştinan pêk tîne û ber bi xwekuştinê ve diçe. Hewil didin heman belgeyê bi awayekî din bixwînin. Di şûna peyva “ermenî” de, ger peyva “kurd” bê bikaranîn, dê bê wê wateyê ku pêşeroj nemirîye, bi gotina Faulkner “Ne pêşeroj e jî”, dê bi awayekî eşkere derkeve holê ku em behsa dîrokê nakin, behsa îro dikin. 

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz