Dema ku Foucault piştgiriya ‘‘Felsefevanên Nû“ dikir…
Bo çi Foucault piştgiriya Glucksmann dikir? Bê guman divê em li ser bikaranîna wî ya medyayê ya ji bo stratêjiya xwenasandina wî rawestin. Foucault di nav salên 1960’an de navdariya xwe a zanîngehê, di cîhana mezin a çandî de bi rêya kovarên rewşenbîrî û çapemenîya çandî ve navûdengtir kir.
10.08.2018

IMPNews - Michael Christofferson li zanîngeha Pennsylvania State University a Amerikayê profesorê dîroka hemdem e. Pirtûka wî ya bi navê ‘‘Les Intellectuels contre la gauche / L’ideologie antitotalitaire en France“ (1973-1981, Agone, Marseille, 2009) nîşan dide, ka çawa teşhîrkirina totalîtarîzmê dibe pirek di navbera nivîskarên xwedî bîr û baweriyên cihê yên siyasî de. Rikdariya wan a li hemberî komunîzma Sovyetîk wisa li wan kiribû ku Bernameya Yekîtiya Çepgiran wekî sepandina şeşkoşeyî ya komunîzma Sovyetîk bibînin.

Di dîroka rewşenbîriya medyatîk a fransî de, sala 1977’an “Fîlozofên Nû”, berî herkesê jî ya Bernard-Henri Levy û André Glucksmann bû. Wan êrîş bir ser bîr û bawerîyên şoreşger û pêşkevtîxwazên çepgir. Pirtûkên wan li serê lîsteya pirtûkên pirfiroştî de bûn. Pirtûka BHL a bi navê “Barbarie à visage humain” di nav du hefteyên destpêkê de 37 hezar hat firotin... Pirtûka AG a bi navê “les Maîtres Penseurs” jî di nêzîkî mehekê de 30 hezar hat firotin. Her yek ji van pirtûkan di nava salekê de 80 hezar hatin firotin. Serkeftina wan bû destpêka dewra antî-totalîtarîzma frensî.

Rexneyên “Fîlozofên Nû” yên li ser îdeolojî û siyaseta çep, her çiqas pirolekirî be jî, di demeke taybetî de hatin kirin. Destpêkirina “Felsefeya Nû” li jêr pênîşandera Gulana sala 1977’an di demekê de hat ku di nav refên Yekîtiya Çepgiran de qeyraneke giran dest pê kiribû. Serkeftina Partiya Sosyalîst (PS) û Partiya Komunîst a Fransayê (PCF) di hilbijartinên şaredarîyan yên 12 û 20’ê Adara sala 1977’an de rêkeberî û duberkî di nav rêzên Yekîtiya Çepan de peyda kir, ji ber ku heta radeyekê di hilbijartinên giştî yên sala 1978’an de herkes li benda serkeftinê bû... PCF’ê daxwaz ji PS’ê kir ku Bernameya Hevbeş nû bikin... Partiyên hevpêyman li ser Bernameya Hevbeş dest bi gotûbêjan kir... Lê van hevdîtinan roja 23ê îlona sala 1977’an de bi şikestinê bi dawî bûn.

Di bihar û havîna sala 1977’an de “Fîlozofên Nû” bala çapemenîyê kişandibûn ser xwe. Ji ber ku wan behsa vê qeyranê dikir û pêşniyara awayekî gengeşekirinê yê din li wan dikir. Li her derê li ser “Felsefeya Nû” gengeşîyan dest pê kir û gihîşt radeya navenda siyasetê.

Bernameya televîzyonê ya bi navê “Apostrophes”ê ew derxistin ser sekoyê rojevê û mijara xwe “gelo fîlozofên nû çep in an rast in” bi nav dikir. Kovara Le Nouvel Observateur ji bo texmînên li ser hilbijartinên sala 1978’an di nav rûpelên xwe de beşek bi navê “Objectif 78” ê terxan kir û di wir de li ser “Fîlozofên Nû” gengeşî hatin kirin.

Rojnameya Le Monde jî li ser helwesta wan a siyasî hevpeyvîn li gel wan dikir. (1) Rewşenbîrên navdar piştgiriya “Felsefeya Nû” dikir û beramberî wê xweşbîniya xwe nîşan didan. Ji ber ku, wan ew ji aliyê siyasî ve erênî didîtin. Reaksiyona entelîjensîyaya nekomunîst li ser fikra ku totalîtarîzm berhema nerevîn a diskursa şoreşger e, di ahengek tewaw de bû. Bi taybetî jî wê dema ku qala dayîna roleke sereke ji bo dewletê dihat kirin û ji ber Yekîtiya Çepgiran Fransaya 1977’an jî di nava wê mijarê de bû. 

Em nikarin serkeftina “Felsefeya Nû” bi tenê dewra mezin ku, çapemenî li nav jiyana rewşenbîriyê dîlize ve sînordar bikin. Rast e edîtorekî wekî Grasset, rêveberekî çapemeniyê yê wî beşî (Bernard-Henri Levi) hewil ji bo serkeftina nivîskarên xwe dan. Lê çewt e ku bawer bikin ku ji aliyê çapemenîya ji derveyî gorepana rewşenbîriyê ve li ser zemînê jiyana fikrî kargerî durust bûye. Berevajî, ev bîr û bawerî ji aliyê rewşenbîrên bi nav û deng û ên ku otorîta wan hebûn ve hatin niqaşkirin û berz hatin nirxandin. Ew hatin nav gorapana rageyandina çandî û siyasî, ji ber ku bîr û baweriya “Felsefeya Nû” dengvedanek siyasî dabû.

Pêwîst e ku mirov vê yekê jî bibêje, wekî nimûne: hewilên Roland Barthes yên ji bo piştgiriya “barbarie à visage humain”; yên Jean-François Revel yên ji bo “Felsefeya Nû” ... bi giştî. Barthes xwe nêzîkî tespîtên Levî yên di derheqa “Qeyrana serdest a dîrokî” de didît û ji awayê wê yên nivîsînê “kêfxweş”. (2) Revel li dij “Yekîtiya Çepan” piştgiriya “Felsefevanên Nû” dikir û destnîşan dikir ku ew piştgiriya şiroveya wî ya li ser “Bedhewlên Totoliter” dikin. Lê, dewra du kesayetiyên dî di vê pêvajoyê de sereke bûn.. Michel Foucault pesnê Maîtres Penseurs dida; Philippe Sollers jî bi kovara xwe a bi navê Tel Quel ve bû hevpeymanê Bernard-Henri Levi û “Felsefeya Nû…”

Foucault di kovara Le Nouvel Observateurê de gotarek belav kir û tê de piştgiriya xwe ya bê merc û jidil ji bo Les Maitres Penseurs nîşan da û pesnê wê dida. Foucault bikaranîna pirtûka xwe, ango Folie et Déraison a ji aliyê Glucksmann ve qebûl kir. Glucksmann di pirtûka xwe, (La cuisiniére et le mangeur d’hommes ) de di nabeyna “Gulag “ û “dîlîtiya mezin” a serdema kevin de paraleliyê dibîne. Piştgiriya Foucault ji bo Glucksmann bû sedema rexneyên gellek tûj ên Claude Mauriac û Gilles Deleuze. Li cihê ew dîsa li ser piştgiriya xwe ya ji bo Glucksmann bisekine, peywendiyên xwe ên dostane ligel wan birrî.(3) Têgihîştina Helwestên ku Foucault wergirtibûn weki ramanên Glucksman asan nebû. Bi taybetî konsepta Glucksman a li ser desthilat û hiş ligel analîzên kûr û hişk ên Foucault biyanî bûn. Glucksmann desthilatê bi dewletê ve girê dide û hebûna pleb (çîna rêza duyemîn) pêşbînî dike, ku beşek mezin ji vê çînê li jêr bandora herdu saziyan derdikeve. Lê Foucault, di hîpotezên xwe de nûxwaz e û desthilatîyê berbelav dibînî.. Têgîna wî ya mîkrostrukturê bi şeklekî vekirî li dijî rêmana serweriya tîrbûyî ya di destê dewletê de ye. Ji bilî vê Glucksmann bi tewawi hiş (felsefî û Hegelî) û zanist ligel serdestiyê wekehev dike. Ev gavên Glucksmann ji secera Foucault re biyanî ne.

Dijminatiya kevn a li dij dewletê û komunîzmê

Eger em bixwazin bizanin ji bo çi Foucault piştgiriya Glucksmann dikir, bê guman divê em li ser bikaranîna wî ya medyayê ya ji bo stratêjiya xwenasandina wî rawestin. Foucault di nav salên 1960’an de navdariya xwe a zanîngehê, di cîhana mezin a çandî de bi rêya kovarên rewşenbîrî û çapemenîya çandî ve navûdengtir kir. Di demeke kurt de wî bi riya çapkirina pirtûka Les Mots et les Choses ve gihişt statûya superstarê rewşenbîrîyê. Li ser pirtûka wî gellek hat gengeşekirin û di havîna 1966’an de pirtûka wî bû best-seller. Vê navûdengîya rewşenbîrî roleke mezin lîst û bû faktoreke giring ji bo hilbijartina Foucault a sala 1970’an a ji bo Collège De France.

Di salên 1970’yî de Foucault tîbûna xwe ji bo nasîna xwe li ser gorepana rewşenbîriyê nîşan dabû û çalakiyên xwe geş kiribûn. Pirtûk li ser mijarên bi taybetî hemdem dinivîsîn. Her çiqas Glucksmann ramanên Foucault deforme dikirin, lê hevpeymanekî baş bû ji bo pêvajoya nasandina Fouccault. Di vê navberê de Pirtûka Foucault a bi navê La volonté de savoir li sala 1976’an kêmtir pêşwazî lê hate kirin, ku wekî wî hêvî dikir. Glucksmann di pirtûkên xwe ên baş dihatin firotin û ji aliyê rageyandinê ve bir germî pêşwazî lê dihate kirin de pesna bêsînor a Foucaultî dikir. Li gor Glucksmann piştî Marx, Foucault yekem kes e bi şeklekî sîstematîk “li ser orjîna herî aktuel a dunyaya hemdem” difikire. (4)

Her çiqas Foucault ji bo xizmeta reklama xwe piştgiriya Glucksmann dikir, lê wî ev kar ji bo sedemên siyasî dikir. Wekî antî-komunîstekî serhişk, Foucault xwe bi beşek ji tevgera 1968’an didît. Li gor wî guherîna hikumetê nikare wan pirsgirêkên ku tevgerê anîne rojevê çareser bike. Foucaul beramberî îhtîmala serkeftina çepgiran şayîşdar bû. Wî digot “pêwîst e ku şeklekî bikaranîna desthilatê ya din bibînin ku kesî netirsîne...” Pêş hilbijartinên giştî yên sala 1978’an ji bo bîr û raya xwe li ser çepan bîne zimên Foucault ji rageyandinê ve hatibû vexwendin. Bersiva wî: Ne pêwîst e ez mil bidim wan, di nav 15 salên vê dawiyê de min û hinek kesên din siyaset ji nû ve tarîf kir. Pêwîst e ku çep xwe adapteyî vê siyasetê bike. Michel Foucault yek ji wan rewşenbîran bû, ji bo bervêdana PCF, piştgiriya wan kesan dikir, ji partiya navbirî diqetiyan.

Di dawiyê de Foucault piştgiriya Glucksmann kir. Ji ber ku nivîskarê Les Mots et les Choses bi vî awayî karibû nakokîya ku di salên 1970an de de konsepta wî ya desthilatî û pratîka siyasî de hebû, çareser bike. Di vê pêvojoyê de Foucault dikaribû ramanên xwe bi dujmintiya xwe a kevn li dijî dewletê, li dijî saziyên navendî yên dî û rika xwe a li dijî komunîzmê ve girêbide. Ji bo Foucault, pirsa serekî ya sedsala 20’an a desthilatî ye. Li gora wî, ev pirsgirêka di pêşerojê de şaş hatibû fêmkirin. Di dawiyê de encamên kujende jê peyda bûn. Ji ber ku, pirs wekî pirsa dewlet û serweriyê hatibû fêmkirin, ne ku wekî pirsa rêzdarî/dîsîplînê… Ango rûçika desthilatî û zanînê kirde pêktîne. Li gor Foucault ji bo têgihîştina formên desthilatî û karanîna piçek kontrol li ser wan, pêwîst e ji tixûbê rêmanbûna serweriyê derbiçin.

Têgihîştina aliyê zorkerî ê desthilatî, bes nîne ji bo têgihîştina naveroka wê. Ji ber vê yekê jî pêwîst e dubare û bi temamî li ser wê bifikirin. Lewre desthilat hem berbelaw e û hem jî berhemdêr e, (di nav cestê me hemûyan de desthilat/hêz heye) Rehenda wê ya dîsîplinî dikare li dijî wê be ku Foucault jê re dibêje hewla secereyî. Ew wê bi awayekî zelal şîrove nake. Foucault li ser babeta navborî wisa dibêje: “Ew mîna şîrketeke weha ye ku ji bo bêresenkirina zanyarîyên dîrokî, wan azad dike, ango ew dikarin rêkeberîyê bikin, li dijî zordariya dîskursa teorîk, yekgirtî, formel û zanistî derkevin. (5)

Foucault, li ser vê babetê di sala 1977’an de gumanê dibe ser taybetmendîyeke xwazyar a şoreşê. Çepgiran nikaribûn ew sozên ku dabûn xelkê cihbicih bikin. Ji ber ku ew bêyî ku ji dîsîplînê guman bikin, li ser serweriya siyasî kanalîzebibûn. Ji wê jî zêdetir, siyaseta navbirî ji destpêkê ve şikestin xwaribû. Desthilata serwer nikare li ser dîsîplînê kargerîyeke mezin bike. Wekî Glucksmann, belku ji wî zêdetir giringîpêdana li desthilatê dîsîplînî li gor desthilatê serweriyê, Foucault pêşniyar dike, ku car û bar di demên xemnak de bikaranîna desthilatî li Rûsyaya pêş şoreşê de, dikare li gel bikaranîna desthilatî li Ewropaya Rojava bête hevberkirin.

Nêzîktiya Gulagê û “Dîlîtiya Mezin”

Foucault di pirtûka xwe ya Surveiller et Punir de Gulagê dide ber saziyên dîsîplînê yên Ewropayê û yên Ewropayê bi “Dûrgeha Girtîgehî” bi nav dike. Di cîhekî din de, ew dibêje ku bikaranîna psîkanalîzmê a bi armanca fişarê a li Yekîtiya Sovyetê “dûrketina ji armanca psîkanalîzmê nîne” û ev “bernameya wê ya bingehî” ye. Wê dema Foucault destpêdike li ser nêzîktiya “Gulag” û “ Dîlîtiya Mezin” dinivîse, ditirse ku hinek kes vê hevberkirinê bi kar bînin û hemû şiklê çewsandinê tev li hev bikin, PCF û Çepgiran têxe nav rewşa xweparastinê û bibe sedama xwe nûnekirinê. Ji ber yekê jî Foucault di çapa nû a Surveilller et Punir’ê de pêyva “Dûrgeha Girtîgehê” bi kar neanî. Foucault wisa difikirî ku La Cuisiniere et le Mangeurs d’hommes nakeve nav kemîna siyasî. Wî bi xwe li ser peywendiyên Gulag û dewletê lekolîn nekiribûn. Lê wî di nav rûpelên Les Maîtres Penseur’ê de bi navê kesên perawêzkirî, ku ew roleke sereke ya siyasî dide wan, rexneya li dijminên xwe didît. (Komunîstan, îdeolojiyên totalîter û dewletê) Bêguman ji ber vê yekê jî wî pesna pirtûka navborî dida. (7)

Vergera ji fransî:

Alixan SERHEDİ

 

Çavkanî

  1. Le monde , 27 mai 1977
  2. Roland Barthes, « Letres à Bernard Henri Levi », Les Nouvelles Littéraires, 26 mai 1977. Faut-il bruler les nouveaux philosophes? NEO, Paris, 1978, p. 89-90.
  3. Michel Foucault “ la grande colére des faits” et “Pouvoir et stratégies” dans Dits et écrits 1976-1979, Gallimard, Paris, 1994, p.277-281 et p.418-428. Claude Mauriac “ il ne faut pas tuer l’esperance”, Le Monde, 7 juillet 1977. Gilles Deleuze contre les “nouveaux philosophes” , Le Monde, 19-20 juin 1977. David Macey, Michel Foucault, Gallimard, Paris, 1994, p. 394-397.
  4. Niilo kauppi, French İntellectual Nobility: İnstitutional and Symbolic Tranformations in the Post- Sartrians Era, State University of New York Press, Albany, 1996, p. 134-136; David Macey, The Lives of Michel Foucault: A. Biography, Pantheon, New York, 1993, p. 189, Andrê Glucksmann, Les Maitres Penseurs, Grasset, Paris, 1977, p. 237
  5. Michel Foucault, “Pouvoir et savoir”, “Cours du 7 janvier 1976” et “cours du 14 janvier 1976”, dans Dits et écrits” op. Cit, p. 400-401, 160-174, citation p. 167, 175-189, citation p. 181.
  6. Michel Foucault, “Non au sexe roi”, “cours du 14 janvier 1976” et “ Enfermement psychiatrie, prison” dans Dits et écrits, op. Cit., p. 266-267, 189 et 335; Michel Foucault, “Surveiller et Punir” : Naissance de la Prison” Gallimard, Paris, 1975, p. 305.
  7. Michel Foucault, “Cours du 7 janvier 1976”, Michel Foucault, Crimes et chatments en URSS et ailleurs” “Pouvoirs et Stratégies” et “ Questions a Michel Foucault sur la geographie” Dits et écrits, op. Cit., p. 166-167, 69, 418-421 et 32.

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz