Xanî û netewperwerî
Xanî gazindeyan ji gelê kurd dike, ka çima û ji bo çi ew ji xelkê ra bûne nobedarê ser sînoran. Çima ne ji xwe ra, lê ji xelkê ra?
09.08.2018

Perwîzê CIHANÎ


"Mexmûr bibim bikirme lafan

Serxoş bibim ez bikem gezafan

Bê keyf neşêm çu ez bibêjim

Dîwane bibim durran birêjim

Bedhal bibim sirran bider dim

Bêqal ji batinê xeber dim"

Gava ku mirov li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî û ew çend qesîde û xezelên ku bi navê dîwana Xanî di destên me da mane, dihizre û li berhemên Xanî hûr û kûr dibe, mirov xwe li hember deriyayekê da dibîne, ku hê rûbera wê nehatîye pîvan û zanînê. Xanî zanayekî bêwêneyê serdema xwe bûye. Ez dixwazim tenê li ser mijara neteweperwerîya Xanî biaxivim û dilopekê ji wê deriyayê pêşkêşî heweyên rêzdar bikim. 

Berîya Xanî kesên wekî Şeref Xanî Bitlîsî li ser rewşa kurdistanê û mîr û mîrekên kurdistanê nivîsîye û berî Xanî arifê zanayê kurd Melayê Cizîrî navê kurdistnê diîne û sedan şahê wekî şahê Tewrêz û Xurasnê dike jêr ferwarê mîrê botanê, lê  di dîroka kurdistanê da, Xanî yekemîn kes e, ku rasterast li ser netewebûna kurdan û mafê wan yên mirovanîyê nivîsîye. Û di dirêjaya mêjûya mirovanîyê da Xanî yekemîn kes e, ku mijara netewetîyê helxistîye. Lê çunku Xanî kurd e, kesî hay ji wî û ramanên wî û gelê wî nîn e, û ew ta niha jî wek yekemîn kesê ku mijara netewetîyê di cîhanê da helêxistîye, nehatîye nasînê.
Li serdema Xanî da dema ku kesekî/ê menzûmeyek binivîsiya, gorekî rê û rêbazên menzûmenivîsîyê, debîya menzûme bi munacat wate gazeyên ji bo xudê û pesnê pêxember û çar yarên wî dest pê bikira û li dû ra pesn û medhê şahê welatê xwe bikira û li dû pesnê şah yan serdarê welatê xwe ra taze dergehê çîroka bikuta.
Xanî jî dema ku Mem û Zînê dinivîse, ew jî gorekî rê û rêbazên wê demê pirtûka xwe bi  munacatê dest pê dike, û li dû ra li medih û pesnê pêxemberê îslamê û her çar yarên wî da dinivîse û bi nivîsîna wê bîr û bawerîyên xwe yên dînî radigehîne. Lê dema ku digîje pişka pesnê padişahê welatê xwe, destê wî vala dimîne û taze birînên dilê wî dervedibin û ji kûranîya dil li ser bindestîya kurdan dinale û li cîhê gazeyê gazindeyan ji xudê dike û dipirse:

"Ez mame di hikmeta Xudê da
Kurmanc di dewleta dinê da 

Aya bi çi wechî mane mehrûm?
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?"

Û li ber xudê radiweste û jê dipirse, ka çima ev gelê ku her mêrekî wî di cengê da wekî Rostemê zal û li bexşindekarî û mêhrivanê yê da ji Hatemê tayî destvekirîtir in, û nav û dengê mêranî û mêhrevanîya wan belayî çar nikarê cîhanê bûye,  ji bo çi debê bibin:
 
"Mehkûmû ‘elîye û se’alîk
Mexlûb û mutî‘ê Turk û Tacîk"


Xanî li dû vê nerazîbûna xwe ya dagîrkirina Kurdistanê, ji layê ereb û ecem û turkan va, berê xwe li ser wan da dike û dibêje: kurd nezan û cahil nînin, kurd çakmêr û pehlewan, zana û helbestvan û şûrweşîn û edeb hebîn in, lê ew bêtifaq in û li hember hevdu da pozquloz in û ew pozqulozîya wan e bûye heger, ku hûn îro me biçûk dibînin. Eger yêkatîya me heba, me yê alaya edeb û zanist û hunerê bigehanda ber perrên asimanan. Li dû ra xanî berê xwe li ser mîr û beg û serokên kurdan da dike û dibêje wan, bindestîya kurdistanê namûsa we ye. Ji vê namûsê xudan derkevin û dibêje tabiîyyeta van zilhêzên zorbêj pirr şerm û ar e. Pirr nenge ji we ra ku hûn gel û welatê xwe di bindestan da bihêlin. 

"Tabi’îyyeta  wan eger çi ‘ar e
Ew ‘are li xelqê namidar e 

Namûs e li hakim û emîran
Tawan çî ye şai’r û feqîran" 

Xanî di gel nerazîbûna xwe ji bindestîya gel û welatê xwe, zor zanayane nexşeya kurdistanê dikişîne û dibêje: 
"Bifkir ji ‘Ereb heta ve Gurcan
Kurmanc çi bûyne şubhê burcan 

Ev Rom û ‘Ecem bi wan hesar in
Kurmanc  hemî li çar kenar in 

Herdû terefan qebîlê Kurmanc
Bo tîrê qeza kirîne amanc

Goya ku li serhedan kilîd in
Her tayife seddekî sedîd in 

Ev qulzumê Rom û behrê Tacîk
Gava  ku dikin xurûc û tehrîk 

Kurmanc  dibin bi xûn mulettex
Wan jêk vediken misalê berzex" 

Xanî di van malikana da gazindeyan ji gelê kurd dike, ka çima û ji bo çi ew ji xelkê ra bûne nobedarê ser sînoran. Çima ne ji xwe ra, lê ji xelkê ra? Xanî li jêr kartêkiran şerrê Çardêranê da maye. Ew şerrê ku di nîveka behra turk û qulzuma tacîkan da, li nîveka îranî û osmanîyan da qewimî û kurd ji herdu layan da bûne ardû û pêsotkê wî şerrî. Xanî ewî şerrî rexne dike û   dinale û gazî kurdanan dike û dibêje, ku yek bin û tifaq û yêkatîya xwe çê kin. Êdî bes e, bêtifaqî û inşiqaqê mala we kavil û konê we xopan û warê we wêran kirîye. Êdî bes e, sînordarî û nokerî û xulametîya bîhanîyan.
Lê mixabin ne tenê li şerrê Çardêranê, belkû hema li hemû şerrên ku li rojhelata navîn da qewimîye û diqewimin, kurdin ku li nav xûna xwe da digevizin û kurdin ku ji boy xelkê sînordarî û nobedarî û bindestîyê dikin û dibin ardûyê şerrê ku gelek caran hîç peywendî jî bi wan ra tunebûye. He ji şerrê Çardêranê ta îro gava ku mirov li rûpelê mêjûyê mêze dike û mirov sîbera wê  ‘ar û neng û şerma ku Xanî destnîşan kirîye li ser kurd û kurdistanê dibîne.
Di şerrên nîveka îran û osmanîyê, îran û rûs, îran û hindustanê, îran û êraqê, û şerrên osmanî û rûs, şerrê korray û qibrês, şerrê azerî û ermenî, ta vê dûmahîyê û roja îro jî şerrê ereban da dîsan kurdin ku dibin ardû û şewata şerrê xelkê. Û dîsan kurd in, ku li cîhê ku dest bidin destên hev û di hizra xwe û welatê xwe da bin, bi desîse û pîlanên qilêrîn, hevdu dukujin û dîsan meydanê ji xelkê ra fireh dikin.
Nizanim ew rewşa dê ta kengê berdewam be.

"Idbara me wê geha kemalê

Aya bûye qabilê zewalê?"

Xanî gorekî sîstema îdarîya serdema xwe ji kurdan ra padişahekî dixwaze, ku ji gelê wî, welatê wî, ji ziman û huner û hebûna gelê wî ra bibe nobedar û zêrevan.  Kesekî dadperwer û hunerhebîn û edebdost û gelperwer dixwaze, da ku:

"Şîrê hunera me bête danîn

Qedrê qelema me bête zanîn

Derdê me bibînitin ‘elacê

‘Ilmê me bibînitin rewacê"

Ew padişahê ku Xanî ji kurdan ra dixwaze, padişahekî zana, dadkar, mêhrevan, lêzan û rêzan e. Padişahekî wisan, ku bikare gelê wî ji jêr nîrê bêgarîyê rizgar bike û şûre û hesarên hunerê ji kurdan ra dane û qedrê qelema kurdî û zimanê kurdî bizane. Ew ji kurdan ra şah yan mîrekî serefraz dixwaze. Serefaraz yanê kesê ku serbilinde û serê xwe li ber zordar û zorkaran natewîne.

"Ger dê hebuwa me serferazek

Sahibkeremek suxennewazek

Neqdê me dibû bi sikke meskûk

Nedima wehe bê rewac û meşkûk

Xemxwarî dikir li me yetîman

Diînane derê ji dest leîman

Xalib nedibû li ser me ev Rûm

Nedibûne xerabeyê di dest bûm

Mehkûmû ‘elîyye û se’alîk

Mexlûb û mutî‘ê Turk û Tacîk"

Xanî  padişah yan mîrekî wekî Mîrzayê ku mirovên zana û lêhatî û jêhatî hêç û pûç dike û mirovên neçîzan û bêbinêşe û gelfiroş diek berdevk  û berdestkê xwe, naxwaze:
"Mîrê ku bi nav Mîraza ye
Mehza nezera wî kîmiya ye
Eilayî diket bi qehrê edna
Ednayî diket bi lutfê eila"

Xanî di gel van hemû derdan û destnîşankirina xalên kurdan yên lawz, dîsa bê hêvî namîne û di Mem û Zînê da welatekî serbxwe ji kurdan ra ava dike. Welatekî ku mîr û wezîr û debîr û gizîr û leşkerên wî hemû kurd in.Xanî di du pişkên destpêka Mem û Zînê da ew derdên ku niha jî, hê jî gelê kurd li ber dinale, sêsed salî berî niha destnîşan kirîye û destê xwe danaye ser xalên lawazên mîr û serokên kurdan û dagîrbûna kurdistanê ji wan ra şerm û ar û nengek mezin dizane. Lê muxabin ta roja îro ne tenê ku em negehîştine wan daxwazên Xanî, belkû rewşa me kurdan ji rewşa serdema Xanî jî xerabtir bûye.
 

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz