Bendava Ilısu:  Gefa li ser Başûr 
Bendava Ilısuyê di nav kompleksa GAPê de piştî Bendava Atatürk ya bajarê Rihayê, bendava herî mezin e. Dîwarê bendavê ji sînorê Başûr teqrîben 120 kîlometre dûr e.
13.07.2018

Baran Berger

Bendava Ilısuyê di nav kompleksa GAPê de piştî Bendava Atatürk ya bajarê Rihayê, bendava herî mezin e. Dîwarê bendavê ji sînorê Başûrê Kurdistanê teqrîben 120 kîlometre dûr e. Bendav ji ser ava Dicleyê tê avakirin. Ger ku dîwarê bendavê bê lêkirin, Dewleta Tirk kare ava Dicleyê li ser Başûrê Kurdistan û İraqê qut bike. Ger ku Dîcle ziwabibe an jî ava wê bê sekinandin, bi taybetî li ser erdnîgara İraqê bandoreke gelek xirab dike. 

Yek ji sedemê çêkirina bendava Ilısuyê jî siyasî ye. Dewleta Tirk ji salên 1970an vir ve avên Kurdistanê li dijî cîranên xwe İraq û Sûrî wek çekekî bikar tîne. Wek tê zanîn Projeya GAPê ku ji 13 bendavên ser Çemê Firadê pêk tê, li dijî Sûrî hîn jî tê bikaranîn. Enqerê di pirsgirêkên xwe yên bi Sûrî re, ava Firadê hertim wek alawakî siyasî û dîplomatîk bikar aniye. Cara dawîn piştî ku Sûrî Serokê PKKê Abdullah Öcalan ji welatê xwe derxist, hingê Hikûmeta Tirkiyê bi rejima Sûrî re peymana parvekirina ava Firadê mor kir. Heta hingê ava Firadê gelek car di navbera herdû dewletan de bû pirsgirêkeke girîng. Lewra Sûrî (herwiha İraq jî) bê Firad welateke ziwa û bê jiyan e. 

Li aliyê din ji ber ku li Rojhilata Navîn herdiçe nifûs zêde û ava şîrîn ya vexwarinê jî kêm dibe, çav li rêye ku pirsgirêka avê di salê pêş de di navbera dewletên cîran de bibe sedemê şer jî. Pisporên mijarê balê dikşînin ser vê xeterê û bang dikin ku di qada navnetî de divê ‘hiqûka avên ku sînoran derbasdikin’ bê tanzîmkirin da ku pirsigirêka avê nabe sedemê trajediyên nû.

Bendava Ilısuyê nifteya Çemê Dîcle ye. Piştî lêkirina dîwarên bendavê Rejima Anqerê karê ava Dîcleyê bi giştî têxe bindestê xwe û Çemê Dîcle di nav sînorê xwe de qut bike. Wek tê zanîn li ser Dîcleyê li nêzî navçeya Pîranê (Bakûrê Amedê) Bendava Karakaya jî di salên borî de hat çêkirin. Dewleta Tirk wek projeya GAPê, Ilısuyê jî wê di pêşerojê de li ser Başûrê Kurdistan û İraqê wek elementekî siyasî bikar bîne. Di xetimandina têkiliyên bi van dewletan re, wê ava Dîcleyê qut bike û li ser wan bi rêya avê bandor bike. 

Wek tê zanîn pirsgirêka parvekirina ava Dîcleyê di salên 1970an de di navbera İraq û Sûrî de bûbû sedemê şer. Herwiha parvekirina ava Çemê Şeria hîn jî di navbera Sûrî, Urdun û İsraîlê de hîn jî pirsgirekeke aktuel e. 

Li aliyê din armanceke din yê çêkirina vê bendavê jî sedemên leşkerî ne. Gola bendavê di navbera eyaletên Amed, Mêrdîn, Botan û Xerzan de cîh digre. Cîhê golê yek ji heremên çûnûhatina gerîlayan e. Çiyayên Gabar, Herekol û Raman û Bagok wê ji hevûdû bê qetandin û bi taybetî Botan ji heremên din yê Kurdistanê bê qutkirin û wek nîvgiravekî bê dorpêçandin. Ev yek jî ji bo kontrolkirina topografyayê wê serdestiyeke taktîk bide artêşê.

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz