Peytexta Ezdatiyê Laleşa Nûranî
Warê şêxan, peytexta êzdiyan, pîrozgeha Dasinyan Laleş a nûranî bi bajarê Şêxanê ve girêdayi ye û yek ji qezayên Dihokê ye. 
13.07.2018

Welat Çiyayî

Warê şêxan, peytexta êzdiyan, pîrozgeha Dasinyan Laleş a nûranî bi bajarê Şêxanê ve girêdayi ye û yek ji qezayên Dihokê ye. 

Şêxan di nav paralelên 36 û 38ên Bakûr  û merîdyenê 45 û 23ê Rojhilat de cîh digre. Bajêr ji bakûr ve cîranê Dihokê û ji başûr ve jî cîranê Mûsilê ye. Şêniya nişteciyên Bajarê Şêxan ji 50 hezarî zêdetir e. 

Bêtirên niştecihan bajêr bawermendên Ola êzdatiyê ne. Herêma Şêxan cî û bingeha peydabûna Ezîdiya ye û di dîroka bawermendên vê olê de rolekî xuyayî û bilind lîstiye. 

Beşek ji niştecihên bajêr jî kurdên Musluman in. 

Şêxanî bi zarava kurmancî bi devoka bahdînî diaxifin. 

Şêxan ku her navenda mîrgeha êzdiyan bûye, dîroka wê heta sala 1236an dirêj dibe. Heta sedsala 12an navê mîrnîşîna ezdiyan, Mîrgeha Dasinyan bûye. 

Paytexta vê mîrnîşiniyê di demên pêşîn de Dihok bûye ku hingê wek ‘Dihoka Dasinya’ hatiye binavkirin. Pi‏ştî hilweş‏în û kavlîbûna Mîrnîşina Dasiniyan, Mîrgeha Şêxan peyda bûye. Paytexta wê gundê li Baadrê bûye. 

Sînorên Mîrgeha Şêxan, ji çemê Zêya Mezin û heta Çemê Xabûr û devera Surçiya û ji wir jî dihîşt heta Herîr û Welatê Şêxan ya niha û çiyayê Meqlûb û devera Silêvaniyê û heta Çemê Diclê yanî Ava Mezin û bajarê Dihokê. 

Mîrgeha Şêxanê rolekî berbiçav û karîger di serpêhatî û jiyana siyasî û dînî ya devera dorûber de leyistiye.

İro li Şêxanê civaka êzdî jiyaneke otonom dijî. Di karên olî û îdarî de Şêxan ji alî êzdiyan ve tê birevebirin. Ji bo pêşxistina çand û olê gelek sazî hatine damezrandin. Yek ji van saziyan Bingeha Laleşê ye. Cîgirê Serokê Koma Rewşînbîrî Qadir Selîm Şemo di derbarê damezrandina vê saziyê de van agahiyan dide.

Bingeha Laleş li ser xaka êzdîxanê de gelek şaxan jî vekiriye û çendîn rojname û gowar, kûrsên fêrbûna ziman û xwendin û nivîsandinê jî têde gelek çalakiyan dike. 

Şêx Adî û Êzdatî

Şêx Adî û birazyê wî Şêx Hesen ku ji rêvebirên mîrnîşîna Şêxanê bûne, nav û dengekî mezin li Kurdistanê dane. Şêx Adî di navbera salên 1073an û 1078an li Lubnanê hatiye dinê. Bapîrên wî ji Kurdên Hekkarê ne. Ew di sala 1111an de li Laleşê bi cîh bûye. Di demên pêşîn de wek mutewasifekî Musluman e. Şêx Adî wek Şêxulam, yanê ‘şêxê hemû milletan’ dihat qebulkirin. 

Biraziyê wî, Şêx Hesen wek zana û fîlozofekî bijarte dihat nasîn ku  xwediyê Kitêba Cîlwe û çendîn kitêb û nivîsarên din e. Şêx Hesen nav û dengekî mezin peyda kiribû û xelkekî zor lê derdora xwe kom kiribû. Mîrgeha wî esasê dewletekî bû. Li gor hin nivîsarên; ‘Ger doza Şêx Hesen serketiba, wê nexşeya İslamê jî gûharîba.’

Ji ber wê tirsê Waliyê Mûsilê Bedredîn Lûlû ji tirsa vê yekê êriş kir ser Mîrgeha Şêxan; Di sala 1246an de, di encama şerên xwînî de Şêx Hesen tê girtin û li zindana Musilê tê xeniqandin. Di êrişa duyêm de, Bedredîn Lûlû di sala 1254an de digîje Laleşê û gora Şêx Adî disotînê. Herwiha Mîrnîşînên Kurdên Musluman û İmparatorên Osmanî jî gelek car êrişê ser Mîrgeha Şêxan kirine.

Rabirdûya xwînî ya êzdiyan

Di çerxa şanzdehan de Mîrgeha Şêxan dikeve bin destê Mîr Hesen. Mîr Hesen  ku di sala 1520an de nêzî Osmaniyan dibe, wek waliyê bajêrê Musilê tê tayînkirin û kûrê wî Hisên Begê dibe hakimê bajêr. Mîr Hesen Beg di sala 1534an de diçe ser dilovaniya xwe. Piştî serdemê Şêx Hesen kûrê Şêx Adî yê dûyêm û Mîr Şêx Şerefdîn tê.

Mîrê herî bi navûdeng ku navê wî di çawkaniyên dîrokî de hatiye ziman, Hisên Beg e. Dema Siltan Silêmanê Qanûnî ji Tebrîzê vedigere û êzdîn Şêrê Mîrê Mîrgeha Hewlêrê dixeniqîne, ji dêlve wî ve Mîr Hisên Beg wek Mîrê Hewlêr, Soran, Musil û hemû Bahdinanê tayîn dike. Di vê serdemî de nav û dengê Êzidiyan û dewra wan li Şêxan, Mûsil, Hewlêr, Soran û hemû Behdînan bilind dibe.

Ji sala 1520an heta 1566an Mîrgeha Heleb û Şingalê jî di bin destê Mîr êzdîn kûrê Yusif Kurdî de bu. Ev Mîr, ji binemala Mîr Şerfedîn ji mala Şêx Hesenê Adanî bu.

Bi xurtbûna Mîrnîşina êzdiyan, Dewleta Osmanî ket gumanan û mîrên Musluman li dijî wan xist tevgerê. Piştî vê yekê mîr û serekeşîrên heremê yên Musluman li dijî Mîrê êzdî bûn yek û êrişê ser Hewlerê  kirin. Di encama şer de Mîr Hisên ji neçarî ji heremê reviya. Siltan Silêmanê Osmanî, Hisên Beg bir İstenbolê û li wî li wê derê li sêdarê da. 

Piştî kuştina Mîr Hisên Beg, Êzdiyan beranberî Dewleta Osmanî şer kirin. Li ser vê yekê Osmaniyan bi devê Miftiyê Dewletê Abu al-Siud Emadî fermana qirkirina Êzidiya derxistin. Piştî vê fermanê rojên zêrîn yên êzdiyan reş bûn. 

Piştî kuştina Hisên Beg, Dewleta Osmanî Wîlayetên Mûsil û Hewlêrê di sala dan destê Mîrê Botan Elî Sîdîq Beg kû ew jî bi esil Êzidî bû. Di sala 1534an de Mîr Hesenê kûrê Mîr Sêvdînê, Mîrê Amêdiyê, ku di bin sîwana Dewleta Sefewî de bû bi alîkariya wan êrişê Dihoka Dasiniya kir û Mîrgeha Şêxan û derdorê xist bin destên xwe. 

Di encama van zilm û zoran de di lîteratora êzdiyan de mesela ’72 ferman’ derketiye holê ku ew dîroka xwe wek rêzefermanan dinirxînin. Babaşêxê êzdiyan di derbarê vê meselê de wiha diaxife.

Di çerxa 17an de, Mîrê Êzidî Mîrzayê kûrê Mîr Hesen li dijî Sefewiyan bi Osmaniyan re hevkarî kir. Mîrza bi Mirad Xanê Osmanî re dostanî danîbû. Wî Gundê Başîkê kiribû melbenda Mîrgeha xwe. Dewleta Osmanî Mîrza wek Serlêşkerê Behdînanê tayîn kiribûn. Mirad Xan lêşkerekî mezin bo wilayeta Kurdistanê amade kir ku, pirraniya wan Êzidî bûn. 

Begên Kurd yên demê yên wek Xan Ahmedê Mîrê Şarezûr û Erdelanê tarefdarê Dewleta Sefewî bû. Ahmed Xan di sala 1623an de beşek mezin ji Kurdistanê xistibû bin destê xwe û êrişê devera Êzidiyan dikir. Di şerê sala 1639an Mîrza tevî Artêşa Osmanî ajot ser Bexdayê û di şer de serlêşkerê Sefewiyan kûşt. 

Siltan Mirad di sala 1650an de ew kir paşayê Wilayeta Mûsilê. Mîrze salekî paşatiya Mûsilê kir. Di dema wî de li heremê avedanî, çandinî û hêminî pêşket. Kelayekî li ser rûbarê Dijle ava kir kû heta niha şûnewarên wê bi navê Baştabiya  mane. 

Têkiliyên Mîrze li gel Mîrên Kurd, bi taybet Mîrê Amêdiyê baş bûn. Nav û dengê wî belav bû. Ji ber wê yekê Osmanî jê tirsiyan û jê daxwaz kirin ew here İstenbolê. Mîrza Beg li İstenbolê debar nekir. Bi dizî, berê xwe da Êzîdxanê. Lê di rê de ji alî Tirkan ve hat kuştin. 

Piştî vê serpêhatiyê dîsa di navbera Êzidiyan û Dewleta Osmanî de şer çêbûn. Mîrê Êzidiya yê nû, Emadedîn Hekkarî tevî 6 hezar şerwan êriş bir ser Wezîr Melîk Paşa û devera Berwarî Bala û Kela Dûrî jê stend. Dewleta Osmanî bi lêşkerekî mezin û bi alîkariya mîrên heremê, êrişa Êzidiyan şikandin.

Di dema Elî Begê kûrê Hesen Begê de di sala 1831an de fermana herî mezin bi destê Mîr Mehemedê Rewandûzê tê ser Êzidiyan. Ji bilî kuştina çend hezar kesan, 100 hezar kes jî, tên dîl girtin. Hisên Beg kûrê Elî Beg bi zîrekî xwe gihandibû Siltan Ebdilhemîdê Osmanî. Wê demê li heremê li dijî Osmaniyan hin serhildanên Kurdan peyda bûbûn. Osmaniyan hizir dikir ku destê Hisên Begê di van bûyeran de heye û ew ji holê rakirin.

Di sala 1892an de di dema Mirza Beg de, Ferîk Wehbî Paşa yê Osmanî êrişê Şingalê kir. Mîrze beg ji tirsa bû Musluman. Herçend poşman bû jî, ji çavê Êzidiyan ket û birayê wî Elî Beg hat ser hukum. Mîrza Beg li gel jina xwe Meyan Xatun bo 3 salan çûbû sirgûnê. Piştî ku vegeriya herçend mîriyatiya domand jî di vê pêvajoyê de rêvebirî di destê Meyan Xatunê de bû. Ew ji sala 1913an heta 1957an wek jineke navdar, ket nav dîroka jinên hûkûdarên Kurd. 

Mîrza Beg di sala 1913an de hat kûştin. Paşe Seîd Begê kûrê Elî Beg hat ser textê êzdiyan. Niha jî kurê Seîd Beg Tehsîn Beg Mîrê Ezdiyên Kurdistanê ye.

Laleş a Nûranî

Paristgeha pîroz, cîhê heca êzdiyan Laleşa Nûrani ji mêj ve mulkê êzdiyan e. Şêx Adî yê pîrozê êzdiyan jî li vî bajarokî veşartiye. 

Di qewlekî êzdiyan de bi vî awayî behsa Laleşê tê kirin. 

‘’Erd mabû bihîtî

Hidûdekî xweditî,

Got: "Ezîzê min, erd bê wê surê natebitî."

Badî çil salî bi hijmare

Erdê bi xwe re negirt hişare

Heya Laliş di nav de nehate xware.

Laliş ku dihate 

Li erdê şîn dibû nebate

Pê dizanin çiqas kinyate‘‘

Laleş yek ji deverên kevnare yê Kurdistanê ye ku bûye peytexteke olî û siyasî. Li gor kîtabeyên ku bidest ketine, diyar bûye ku herem di dema Mîhrperestan de yanê ji roja me herî kêm 2500 sal berê jî şên bûye û nawendeke olî bûye. 

Taswîrên Şêşimsê ser dîwarê Laleşê diyariyeke wan deman e. Laleş di dema Med û Sasaniyan de yek ji nawenda Bahdinî yanê Zerdeştiyan bûye û piştî ku derbasî Romayiyan jî bûye ji bo Xristiyanan bûye devereke olî ya girîng.

Bi vî awayî rêçên bawermendên van şaristaniyan li Laleşê hatine kolan. Piştî hatina Şêx Adî ya heremê jî bajêr û dever bûye nawenda ola êzdiyan. 

Laliş gotineke Kurdî ye û ji dû pêyvan pêk tê: ‘La’ tê wate ya ‘cî’ an jî ‘li cem.’ Peyva din ‘laş’’ e. Herdû peyv bihevre tên wate ya "cîhê laş". Yanê cîhê ku laşê Şêx Adî lê ye.

Li aliyê din jiber ku Laleş cîhekî pîroze, çi mirovê dema derbasî wê derê bibe divê bêdeng be. Wek mirovekî ‘lal û hiş bûyî.’

Di dema serdana me ya Laleşê de em dibin şahidê Cejna Ezî. Ev cejn yek ji girîngitirin îdên Ezdiya ye. Di ola êzdatiyê de ji ber naverok û mîtolojiya dewlemend gelek cejn hene. Cejn û pîrozbahiyên êzdiyan di warê civakî de rola nêzîkkirin, bihevrebûn û xurtkirina piştgiriya bawermendan jî dilîze. Sofiyekî êzdî behsa vê yekê dike.

Cejnên êzdiyan

Di dema Cejna Ezî de yek ji îbadeta bawermendan tewafkirina mekan û pîrozgehên olî ye. Ji ber vê yekê heca Laleşê yek ji ferzên bawermendên êzdî ye. Sofiyê dergevanê Laleşê behsa girîngiya tewafa paristgehên pîroz dike. 

Dema derbasbûna nav Laleşê kevirê ber derî ji bo rêzgirtinê tê maç kirin. 

Herwiha nobedarê ber deriyê vê mekana pîroz jî yek ji sofiyên Lalêşê ye û destên wî jî tê maç kirin. 

Yek ji adetên êzdiyan, ku derbasî hindirê paristgehê dibin, jin ji bo xatirên cejnê dilîlînin. 

Li geliyê Laleşê li nêzî paristgehê dû avên zelal ku bi navên Kaniya Spî û Ava Zemzem tên naskirin diherikin. Heciyên ku tên Laleşê ji vê avê veduxun û bixwe re dibin.

Dema cejnê de ji gelek deverên cîhanê êzdî tên serdana meqanên pîroz yên Laleşê. 

Li gor baweriyan divê kesî derbasî nav Laleşê bibe pêlavên xwe derxe. Ji ber vê yekê Ezdiyên cejndar hemû li kolanan pêxwas digerin.

Pîrozbahiyên cejnê hefteyekî dajo. Di vê pêvajoyê de bi şevê jî komên bawermend digîjin hevûdû û şevên tarî bi qendîl û mûmikan ronî dikin. 

Di dema pîrozbahiyan de gelek îbadetên olî tên kirin. Ji ber ku Laleş hemû bi mekan û ziyaretên pîroz hatiye honandin, bawermendên ku serdana vê derê dikin, hemû deverên pîiroz tewaf dikin. Dergevanê Laleşê behsa cîhên tewafê dike. 

Hin malbat zarokên xwe bi ava zemzemê pîroz dikin.Hin kes bi vexwarina ava Kaniya Spî, beden û giyana xwe xurt dikin. 

Kesên derbasî eywana Mekana Şêx Adî dibin, nîşane û qubên derdorê maç dikin û li dora wan digerin. 

Di hindirê Laleşê de jî bi taybetî keç û xortên ku duxwazin bigîjin miradê xwe, hin ritûelên pîroz bicîh tînin. Li gor yek ji van ritûelan dibê çarikeke ji mekanê pîroz 3 caran davêjin ser stûnekî.

Dîsa stûnekî hindirê avahiyê ji alî xortan ve tên hemêzkirin. Ev yek jî sê caran tê dûbare kirin. 

Di nav Laleşê de çend darên miraza jî hene. Kesên ku benikên ser vê darê vekin û careke din girêk bidin, dûa û senayana dikin, da ku bigîjîn mirazên xwe. 

Heta rûxîna rejima Baas, Ezdiyên dervayê herema Laleşê nikaribûn heca xwe bikrana û bihatana serdana Laleşê. Di salên dawîn de ku gelek êzdî êdî bo hec û serdanê tên vê mekana pîroz, pêwîstî bi saziyên tûrîstîk û civakî peyda bûye. Dergevanê Laleşê di derbarê vê meselê de wiha diaxife. 

Li aliyê din di nav mêvanên Laleşê de ne tenê êzdî ji gelek deverên cîhanê Kurd û biyanî jî hene. Bi taybetî hersal gelek rojnamevan, lêkolîner, baldar û oldar wek tûrîst tên serdana Laleşê. 

YORUMLAR (0 Yorum)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz