Di sala 1924an de Mistefa Kemal û hevalên wî yên İtîhadiyên (Hizba Ittihat û Terakî / Yekbûn û Peşketin) kevn li Anadolê serdest bûn. Hêzên biyanî ku piştî têkçûna Osmaniyan ya di şerê yekem de ketibûn Anadolê, bi rejima Kemal re lihevkiribûn û paşve kişiyabûn. Edî pêdiviya Kemal bi kurdan re namabû. kurdan bi berxwedanên li dijî frensiyan Entabê kiribûn, "Gazi" Mereş’e kiribûn "Kahraman" û Ruhayê jî kiribûn "Şanlı" û bi vî awayî şerefa rejima nû rizgar kiribûn. Kemal heta hingê soz û qewlên mezin dabû kurdan. Wê dewleta nû ya herdû gelan bûya. Yanê ya kurd û tirkan! Ji ber vê yekê Kemal bi hezên Osmanî yên Kurdistanê li dijî Artêşa Yûnan û yê din li ber xwe dabû. Rêxistin û dewleta xwe li Kurdistanê, li Siwas û Erziromê damezrandibû.

Piştî ku bi saya kurdan bû dewlet, êdî karibû berê xwe bida kurdan. U wiha kir. Di sala 1924an de Zagona Esasî ya yekem hat îlankirin. Di wir de digot: ¨Navê devletê Komara Tirkiye ye¨, ¨zimanê dewletê tirki ye¨ û ¨kesên li Tirkiyê dijîn, tirk in.¨ Rejima Kemalîst piştî damezrandinê dest bi projeya afirandina netewa tirk kir. Lê di destê wan de ji bo afirandin û hakimiyeta Tirkiyê têra xwe şêniya tirk nînbû. Lewra li Anadolê (û Bakûrê Kurdistanê) tirk kêmnetew bûn. Kurd, ermenî, rom, laz, ereb, çerkez, cihû, suryanî û miletên din ji tirkan zêdetir bûn. Di destê Kemalîstan de alternatîfekî hebû: Tasfiyekirina xristiyanan û asîmîlekirina muslumanan.

Rejim li ser vê bingehê hat damezrandin. Ermeniyên ku jê jenosîda 1915an mayî, rom, suryanî û cihû hatin qewirandin an jî kuştin û kurd û netewên din, yên di bin hukumdariya rejimê de wê bihatana asîmîlekirin. Bi vî awayî wê "netewa tirk" bihata afirandin. Di destê wan de girseya herî mezin kurd bûn. Ji bo asîmîlasyonê jî diveya bû, zimanê kurdan bihata jibîrkirin û çanda wan bihata kuştin! Yanê bi jenosîda spî wê kurd bihatana tirkîzekirin.

"Tûf bikin rûyê wî kesî, ku ji we re bêje hûn kurd in"

Projeya dewletbûnê ancax bi awayî wê biserketa. Wezîrê Dadê yê Rejima Kemalîst Mahmûd Esat Bozkurt vê projeyê bi vî awayî dianî ziman: ¨Li Anadolê (û bakûrê Kurdistanê) tirk tenê hene. Mafekî tenê yê kesên ku ji xwe re nebêjin tirk heye: Ew jî xulamtiya tirkan e.¨ Ev dirûşma tirkan paşê bi devê Serokkomar Cemal Gürsel wiha guherî: "Tûf bikin rûyê wî kesî, ku ji we re bêje hûn kurd in."

Di sala 1925an de êdî diyar bû ku Rejima Kemalîst ew sozên ku dabû kurdan hemû jibîrkiribû. Di Peymana Lozanê de jî ku di 1924an de hatibû morkirin de tû maf nedabûn kurdan û Kurdistan hatibû perçekirin. Serekên kurdan ji bilî serhildanê tû rêyekî din neditin. Bi vî awayî di sala 1925an de serhildana ku bi navê Şêx Saîd tê naskirin teqiya. Serhildan ji alî Rexistina Azadî hatibû tanzîmkirin. Piştî girtina serokên Azadî, Xalid Beg û Yûsif Ziya Paşa û di encama hin pêşveçunan de Şêx Saîd derbasî seriya hêzên kurd bû. Serhildan pişti salekî hat tefandin, lê li pey xwe agirekî mezin hiştibû, Kemalîstan Kurdistanê dişewitandin.

"Bilez zarok û keç ji kurdayetiyê bên xelaskirin"

Piştî serkeftinên leşkerî yên Kemalîstan firesenda ku li bendê bûn, bi dest xistibûn. Ji bo projeya tirkîzekirina Kurdistanê çar yasa derxistin:

1. Takrir-i Sükun Kanunu / Zagona Aramiyê

2. Şark İslahat Planı / Pîlana İslahkirina Rojhilatê (Kurdistan)

2. İstiklal Mahkemeleri Kanunu (Zagonê Dadgehên Serxwebûne)

4. Tunceli Kanunu / Zagona Tuncelî (Dersim)

Li gor van qanûnan; (Ji bilî tedbîrên siyasî û leşkerî); axaftina kurdî, weşanên bi kurdî, cilûbergên kurdî, stran û muzîka kurdî, navkirina zarokan bi kurdî qedexe bû, navê hemû bajar, gund û erdnîgara Kurdistanê hatibû guhertin, ji bilî dibistan û fêrgehên rejimê, hemû dersxane li Kurdistanê qedexe bûn, bi sedan hezar kurd li Anadolê hatibûn sirgûnkirin û di nav tirkan de bi zorê hatibûn rûniştandin, li hin bajarên sereke dibistanên taybetî hatibûn damezrandin û zarokên hin binemalên naskirî di wir de dihatin perwerdekirin. Di vê perwerdê de zarok li dijî kurdayetiyê bi nafretê dihatin gihandin û tijîkirin. Bi sedan zorokên kurd ku di van dibistanan de hatin perwerdekirin, ji bo rejima Kemalîst bûbûn hîmên xurt. Çend mînakên tedbîrên ji Pîlana İslahkirina Rojhilatê bi hevokên rejimê wiha bû:

-Li heremê (Kurdistanê) koçerên tirk wê bên bicîhkirin.

-Wê serhildêr sirgûnê Rojava (Tirkiyê) bên kirin.

-Li bajêr û qezayan axaftina kurdî wê bê qedexekirin û kesê bi kurdî biaxifê bi sûcdariya, berxwedana li dijî yasayên dewlet û belediyê bên cezakirin.

-Herem (Kurdistan) bi karmendên welatparêz divê bê xurtkirin. Karmendên heremê mecbûrî herî kên 3 sal divê li heremê bimînin. Pere û diravê wan wê gelek zêde be.

-Li heremê (Kurdistanê) divê Ocaxên Tirk, dibistanên keçan û yê zarokan bê vekirin û bilez zarok û keç ji Kurdayetiyê bên xelaskirin. Bi taybetî li dibistanên keçan girîngî bê dayîn ku ew zarokên xwe fêrî tirkî bikin.

Ev yasa û zagonên taybetî ku ji bo asîmîlasyona kurdan hatibûn derxistin heta salên 1960an di rojêvê de man. Helbet ev tedbîr têr nedikirin. Kemalîstan di sala 1924an de bi navê ’Tevhidi Tedrisat Kanunu’ zagonekî din jî derxisti bûn. Heta hingê li ser xaka Dewleta Osmanî di dibistan û jiyanê de tîpên aramî dihatin bikaranîn. Kemalîstan êdî li gor zagona Tevhid-i Tedrisatê bi tîpên Latînî perwerdê dikirin û di vê mijarê de monopola dewletê rastdikirin. Encama vê zagonê qedexekirina hemû dibistanên (medreseyên) Kurdistanê bû. Heta hingê li Kurdistanê di hemû gund û bajaran de medrese hebûn di van medreseyan de bi zimanê kurdî perwerde dihat dayîn. Li aliyê din ev medrese çawkaniya welatparêzî û çanda kurdî bû.

Nifşên umî

Piştî vê zagonê li seranserê Kurdistanê medrese hatin girtin. Li welatê kurdan pirtûk, defter, rojname û kaxizên nivîsandî betal bûbûn. Armanca rejimê afirandina çend nifşên ummî (bê xwendin û nivîsandin) bû. Li aliyekî ve jî li çend bajarên mezin yên wek Amed, Riha, Erzirom, Entab û Vanê dibistanên taybetî hatin vekirin. Zarokên malbatên xizan ji wan dihatin stendin û di van dibistanan de bi tirkî dihatin gihandin. Herwiha xortên kurd ku bi zorê çend sal leşkerî dikirin, bi zorê fêrî tirkî dibûn. Yên xwenda xulamê rejimê û dijminê netewa xwe û yên mayî jî umî (nexwenda) bûn.

Piştî salên 1960an rejima tirk li Kurdistanê dest bi siyaseteke din kir. Li bajar û gundên mezin yên Kurdistanê dibistanên seretayî, dibistanên mamosteyan û înstîtên gundan hatin vekirin. Ev dibistan hemû wek produksiyonên nifşeke Kemalîst dixebitîn. Di dibistanan de axaftina kurdî qedexebû. Zarokek kurd ku di van dibistanan de ji mamostayan lêdanên xedar nexwarine nîine. Mamosteyan wezîfe dabûn xwendekaran ku dê û bavên xwe jî fêrî tirkî bikin û hevalên xwe yên ku li dervayê dibistanê bi kurdî diaxifin gilî bikin. Bi vî awayî zarokan fêrî îxbarkirinê jî dikirin.

Qolçîyên kurdî’

Helbet xwediyên rejimê hemû tiştên ku dihatin bîra wan û dikirabûn bikin, pêk dianîn. Yek ji kiryarê wan ku heta salên 1960 ajot, cerdewanên kurdî bûn. Ev cerdevan hingê wek ’Qolçî’ dihatin binavkirin. Qolçiyan bi taybetî li bajaran li sûkê digeriyan û kesên ku bi kurdî diaxifîn cezadikirin. Bi hezaran kurd ji ber ku bi tirkî nizanibûn û bi kurdî diaxifîn cezayên darayî dane dewletê an jî leqayê heqaret û lêdanê mane. Balkêş e ku ev qolçî jî kurd bûn û gelekê wan tenê çend peyv tirkî dizanibûn. Li ser vê pêvajoyê hîn jî di van kurdan de gelek pêkenok tên gotin.

"Naxêr Paşa, lê em fêrî kurdî bûn"

Li aliyê din ji bo fêrkirina tirkî û jibîrkirina kurdî, koçerên esiltirk ku ji Yûnanîstan, Balkan an jî Kafkasya hatibûn Tirkiyê li Kurdistanê dihatin bicîhkirin. Armanca rejimê guhertina tevna demograya Kurdistanê û fêrkirina tirkî bû. Di sala 1945an de Serokkomarê demê İsmet İnönü ku bi eslê xwe kurd e, li Amedê hatibû serdana gundên ku ev koçberên tirk hatibûn bicîhkirin. İsmet İnönü ji gundiyan pirsîbû; "We kurdî fêrî wan (kurdan) kir?” Mihaciran gotibû; "Naxêr Paşa, lê em fêrî kurdî bûn." Balkêşê ew koçberên tirk ku li Kurdistanê hatin bicîhkirin di nava 30-40 salan de asîmîle bûn û hemû fêrî kurdî bûn. Ev jî xerabeteke qederê bû!

Di sala 1958an de Musa Anter li Amedê bi navê İleri Yurt rojnameyeke tirkî derdixist. Anter çend caran di rojnamê de hin helbest û nivîsên kurdî weşand. Li ser vê yekê, tevî xwediyê rojnamê hat girtin û rojname jî hat qedexekirin. Musa Anter ji ber vê tawanê tevî 48 hevalên xwe bi cezayê îdamê hat darezandin û dû sal di hicreyên mirinê de hat razandin.

"Hin mehlûqên ku dişibiyan însanan dengên ecêb derdixistin!"

Erdheja bajarê Wartoyê ku di sala 1966an de pêk hat û di encam de gelek kurd jiyana xwe ji dest dan, bê ûcdanî û helwesta rayedarên tirk jî nîşanda. Erdhej bûbû sedemê wêranbûna malên gundiyan. Lê dewletê alîkarî nedikir, nexweşî û xela destpêkiribû. Piştî demekî Wezîrê Karê Hindir yê Tirk, piştî vê karêsatê çûbû Wartoyê. Gundiyên malwêran ji dewletê alîkarî xwestibûn. Helbet bi kurdî axifîbûn. Wezîr gelek acisbûbû û ji rojnamegeran re wiha gotibû: "Hin mehlûqên ku dişibiyan însanan dengên ecêb derdixistin!"

Herçend rejima tirk van tedbîran distend jî, cardin bi ser nediket. Projeya Kemalîstan ya afirandina netewekî li Kurdistanê biser nediket. Ji ber vê yekê li dijî kurdan gelek agresîf bûn. Di salên 70an de hemû rewşenbîrên kurd ku destê rejimê gihîstê, hatin girtin û bi cezayên mezin hatin darezandin. Sûcê wan kurd bûn bû! Dozger di sûcdarnameya xwe de digot; "Ev kesên girtî bi zimanekî ku ji çend peyvan pêk tê diaxifin û bi vî awayî duxwazin dewleteke din damezrînin. " Li ser vê yekê Musa Anter gotibû; "Ev dozger gelek bê ûcdan e, ma zimanê me qasî yê mirişka jî nabem ku tenê ji çend peyvan pêk tê."

"Vatandaş Türkçe konuş, çok konuş"

Tedbîrekî din yê dewletê komîktir bû û dibû sedemê kenê kurdan. Li ser deriyên daîreyên dewletê wiha nivîsandibûn:

"Vatandaş Türkçe konuş, çok konuş" (Hemwelati, bi tirki biaxife pirr biaxife.)

Jixwe kesê ku bi tirkî nizanibûya li daîreyên dewletê nikaribû karê xwe bide kirin. Li aliyê din li her deverên bilind yên derûdora bajar û gundên Kurdistanê dirûşmên wek; "Xwezî bi wî kesî ku dibejê ez tirk im", "Tirkekî bedelê cîhanê ye" hatibû xemilandin.

Ev zilma rejima Kemalîst bûbû ecebeke wiha ku heta salên 1990an yekta dewlet bûn, ku di zagona wan ya esasî de zimanekî bi awayekî fermî hatibû qedexekirin. Şerefa keşf û têgeha qedexekirina zimanekî li rûyê cîhanê tenê para rejima tirk bû û ew bi vê yekê serbilind bûn. Dijimintiya rejima tirk ya zimanê kurdî, bi taybetî di demên derbeyên leşkerî de derdiket dervayê hemû tahamulên mirovahiyê. Bi hezaran girtiyên kurd di zindanan de nikaribûn bi malbatên xwe re bi kurdî biaxifin û bi kurdî parastinên xwe bikin. Gelek dayikên girtiyan salên dirêj di serdanên zarokên xwe de ji ber ku bi tirkî nizanibûn, nikaribûn bi zarokên xwe re biaxifin û bê ku halê wan bipirsin vedigeriyan malên xwe.

Ev zilm û hovitiya rejimê bi Herold Pinterê nivîskarê İngîlîz şanoneyeke bi navê ’Zimanê Çiya’ dabû nivîsandin. Pinter di vê berhema xwe de trajediya kurdan dianî ziman û baldikşand ser qedexeya kurdî li Tirkiyê. Pinter li ser vê yekê ji Tirkiyê hat qewirandin û hatina wî ya vî welatî hat qedexekirin.

Dijmintiya tirkan ya zimanê kurdî ne tenê di qada dewletê herwiha qaşo di nav rewşenbîr û mafparêzên tirk de jî şîn bûye. Di sala 1989an de li Enqerê Vedat Aydın ku damezrenerê Komala Mafê Mirovan bû, di kongreya vê komelê de bi kurdî axifî. Ji ber vê helwesta Vedat Aydın, dozgerên dewletê li dijî wî doz vekirin. Tiştê balkêş piştî axaftina kurdî ya Vedat Aydın, hin damêzrêner, endam û rêvebirê ve komelê îstîfa kirin û dev ji karên komelê berdan. Li gor wan axaftina kurdî "cudaxwazî bû û ew di rêxistineke wiha ku bûye pêlîstika cudaxwazan de nabin listîka wan." Ev jî helwesta rewşenbîrên tirk bû.

Piştî ku dewleta tirk xwest bibe endamê Yekitîya Ewropa û neçar ma qedexeya ser zimanê kurdî rake jî, vê carê xwest monopola kurdî di destê xwe de bihêle. Li gor yasa û kiryarên wan yên nû, ji bilî saziyên dewletê saziyên din bi zimanên biyanî (kurdî) nikarin weşanê bikin. Bi vî awayî telewîzyona fermî ya dewletê (TRT6) qaşo dest bi weşana kurdî weşanê kir.

Piştî vê yekê jî bi hezaran girtiyên kurd, ku dixwestin li dadgehê bi kurdî parastina xwe bikin, hatin cezakirin û ji mafê parastinê hatin bêparkirin. Herwiha dadgerên rejimê zimanê ku TRT6'ê pê weşanê dikir, wek "zimanekî nenas" liqelem didan û bi salên dirêj mafê axaftin û parastina girtiyên kurd ji destê wan stendin. Heta ku bi sedan girtiyan li gel rojiya mirinê jiyana xwe avêtên xeterê û di encama berxwedaneke dijwar de mafê parastina bi zimanê xwe bidestxistin! Heta niha jî rejim, di her firsendî de derfetên bikaranîna kurdî serkut dike. Kurdî li meclîsê hîn jî zimanekî ‘nenas’ e. “Mafê perwerdeya zimanê zikmakî” ji xwe nayê axaftin!

Hemû zilm û bê ûcdaniya rejima tirk li aliyekî, herçend xesarên mezin dan zimanê kurdî jî, berxwedana kurdan û ya kurdî didome.

"Hemwelatî, bi tirkî biaxife, pirr biaxife"

(Ev dirûşm heta salên dawîn li Bakûrê Kurdistanê li hemû bajaran li ser deriyê hemû daîreyên dewletê daleqandibû.)

Faysal Dağlı: fdagli@imp-news.com

Gazeteci, yazar. Dicle Üniversitesi’nde dil ve edebiyat okudu. 1988’den bu yana çok sayıda gazete, dergi ve ajansta yazarlık, editörlük yayın yönetmenliği yaptı. TV’lerde programlar ve dokümanter filmler yaptı. Avrupa’da yayınlanan Le Monde diplomatique kurdi gazetesinin kurucu editörüdür. Tarih, edebiyat ve gazetecilik temalı kitapları yayınlanmıştır. IMPNews’in yayın yönetmenidir.