Li Amerîka dengdan didome û Clinton li pêş e
Dengdana hilbijartinên serokatiya Amerîka didome. Tê gotin ku namzeda Demokratan Hillary Clinton ji namzedê Komariyan, Donald Trump li pêştir e.
08.11.2016

IMPNews - Dengdana hilbijartinên serokatiya Amerîka didome. Tê gotin ku namzeda Demokratan Hillary Clinton ji namzedê Komariyan, Donald Trump li pêştir e.

Îro gelên Amerîka bo hilbijartina serokê/a nû yê/a Amerîka çûn ser sinqodên dengdanê. Dengdan heta niha jî didome.

Hevrikî di navbera namzeda Demokratan û wezîra berê ya derve ya Amerîka, Hillary Clinton û namzedê Komariyan Donald Trump de tê kirin.

Tê gotin ku Clinton heta vê gavê li piraniya eyaletên Amerîka li pêşiya Trump e.

Di hilbijartinên îsal ên Amerîka de 218 milyon kes dikarin deng bidin lê 146 milyon kesan navê xwe bo dengdanê tomar kirine.

Tê pêşbînîkirin ku rêjeya beşdarbûna hilbijêran, derdora %60-65 be.

 (M.B)

ŞÎROVE (0 Şîrove)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz

Raman

NÛÇEYÊN DAWÎN