Yekemîn gotûbêja Trump û Clinton li dar ket
Gotûbêja yekê ya hilbijartina serokatiyê, di navbera namzeda Demokratan Hillary Clinton û hevrikê wê yê Komarxwaz Donald Trump de, şeva Duşemê li Zanîngeha Hofstra ya eyaleta New Yorkê hat lidarxistin.
27.09.2016

IMPNews - Gotûbêja yekê ya hilbijartina serokatiyê, di navbera namzeda Demokratan Hillary Clinton û hevrikê wê yê Komarxwaz Donald Trump de, şeva Duşemê li Zanîngeha Hofstra ya eyaleta New Yorkê hat lidarxistin.

Tê texmînkirin ku pirtir jî 100 mîlyon kesan ew gotûbêj bi zindî temaşe kiribe û derfet dîtibe ku nêrîn, plan û projeyên namzedan ji nêzîk ve bibîhsin.

Di gotûbêja yekê de mijara siyaseta derve jî hate rojevê û Hillary Clinton pesna rêkeftina navokî ya li gel Îranê da û got ku bê ku guleyek were avêtin, serkeftineke dîrokî hat bidestxistin.

Trump jî hevbîr bû kêşeya navokî ji bo tevahîya cîhanê xetereke mezin e, lê wî bi tundî rexne li rêkeftina bi Îranê re kir û wek rêkeftina herî xirab bi nav kir. Trump peymana navokî wek berjewendiya Îranê bi nav kir û got, bi xêra wê rêkeftinê Tehranê ji gelek kemendên aborî yên welatên Rojavayî rizgar bû.

Clinton da zanîn ku ew bi biryar e Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk bibe û ji bo wê yekê jî ew dê êrişên esmanî yên dijî DAIŞ’ê zêdetir bike û pirtir piştgirî bide hevalbendên kurd û ereb yên Amerîkayê, da ku bajarê Reqa ji DAIŞ’ê were azadkirin.

Clinton Trump rexne kir ku ji bo şikandina DAIŞ’ê ti plana wî tuneye, lê Trump jî bi tundî bersîv da ku wek Clinton di malpera xwe de kir, ew dê ti carî plana xwe eşkere neke ku dijminên Amerîka ji wê yekê agahdar nebin.

Yek ji mijarên girîng ku di gotûbêjê de hate nirxandin rewşa aboriya Amerîkayê bû û Clinton pêşniyar kir ku divê baca kesên dewlemend were bilindkirin, mûçeya karkeran were zêdekirin, pirtir pare ji bo binesazî û projeyên avakirinê re bêne xerckirin û di kar de jin biqasî herkesekî pere wergirin.

Trump dijberî li pêşniyarên Clinton kir û got ku gelek karên Amerîkayî ber bi welatên din ve diçin, sedemeke wê yekê peymanên bazirganiyê ne ku Clinton jî piştgirî dabû.

Trump rexne li Clinton û Serokê Amerîkayê Barak Obama kir ku nekarîne pêşî li çûyîna karên Amerîkî ji welatên din re bigirtana. Wî bi tundî berevanî li kêmkirina bacên dewlemendan kir, bi sedema ku ew kes xwedîyê karên afirandî ne.

(M.B)

ŞÎROVE (0 Şîrove)

Bu sayfalarda yer alan okur yorumları kişilerin kendi görüşleridir.
Yazılanlardan imp-news sorumlu tutulamaz

Raman

NÛÇEYÊN DAWÎN